caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Projeya Hunerî ya “Rêça Cobir”

Projeya hunerî ya “Rêça Cobir” projeyeke hevpar e di navbera Komeleya me Yekmal e.V., Galerîya Berlînê, Jugend im Museum e.V. û Koopkultur e.V de. Ji Nîsana 2022an vir ve, deh jinên jêhatî yên atolyeya dirûtinê ya Yekmalê li avahîyên Galerîya Berlînê bi hev re li ser projeyek afirîner dixebitin. Mijara sereke ya ku di şeş mehên dawî de ew li ser dixebitin ev e: “Kîjan sirên balkêş di kûrahîyan de veşartî ne?“.

Di çarçoveya projeyê de jinan bi awayekî xurt li ser vê mijarê lêkolîn kirin. Wan nimûneyên axê lêkolîn kirin, xêzkirin û çap kirin da ku sirên veşartî yên kûr derxin holê. Wan encamên lêkolînên xwe li ser qumaşê tomar kirin.

Di 2ê Tîrmehê de dê ev al li Odeya 207m². ya kirdar û hevkarîyê “207m². Raum für Aktion und Kooperation” bên nîşandan. Di çarçoveya pêşangehê de, her kes tê vexwendin ku beşdarî kirdeyeke dirûtinê ya hunerî bibe da ku rêça cobir ya li cîhana veşartî ya kûr vejîne û bi xwe alên biçûk biafirîne.

Roj: 02.07.2023

Demjimêr: 14:30 – 17:00

Cih: Alte Jakobstraße 124–128, 10969 Berlin

Bilêt: Têketin bê pere ye, bê tomarkirin

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG