caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Podcasta Yekmalê dest pê dike

Em kêfxweş in ku îro Podcasta Yekmalê dest pê dike. Yekemîn xeleka podcasta me ji alîyê Shaswar Mame ve bi zimanê Kurdîya Kurmancî tê pêşkeşkirin ku bi rêvebera Yekmal e.V. Gunay Daricî re hevpeyvîn kiriye.

Gunay Daricî, xebatkara civakî ya jêhatî ku ji sala 2009an vir ve rêvebera Yekmal e.V.-ê ye, çîroka serkeftina komeleyê vedibêje, behsa destpêka avakirina komeleyê dike û dîroka wê dinirxîne. Xanima Daricî qala daxwaz û armancên ji bo pêşeroja komeleya me dike ku bi hev re tevî tîma Yekmalê hewl dide bigihêje.

Ji mijarên civakî û malbatî bigire heya perwerdehî û çandê – mijarên ku di podcastên me de cih digirin cihêreng in. Podcasta me bi Kurdî an Almanî li ser mijarên cuda yên girêdayî qada xebatên komeleya me tê pêşkêşkirin.

Ji bo guhdarîkirina podcasta Yekmalê, serdana rûpela me bikin li ser platformên podcastan.

Ji guhdarîkirina vê beşê kêfxweş bibin!

Podcast çi ye?

Podcast bernameyeke dengî ye ku li ser Înternetê tê guhdarî kirin. Sûda mezin a podcastan ev e ku hûn dikarin her dem li wan guhdarî bikin. Di dema ajotina otomobîlê de, di nava trênê de, di dema aşpezîyê an jî werzişê de: Berevajî radyoyê, beşên podcastê li her deverê û her dem dikarin werin guhdarîkirin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG