caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Podcast Hevpeyvîn: Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê

Di vê xeleka taybet a Podcasta Yekmalê de em behsa mijareke pir girîng dikin: Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê.

Me du pispor vexwendine da ku ji me re li ser paşxan, bandor û çareseriyên gengaz ên vê pirsgirêka ciddî biaxivin. Mêvanên me Dastan Jasim lekolînera Doktorayê ji Enstîtuya Alman jbo Lêkolînên Cîhanî û Herêmî û Merih Ergün rêveberê ofîsa qeydê ya Neuköllnê û berpirsyarê Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal li Yekmalê ne.

Ev xeleka Podcasta me ji aliyê Aylin Özüak ve bi Almanî tê pêşkêşkirin. Em dê bi hev re ronahiyê bidin ser formên cur bi cur ên nijadperestiya li dijî Kurdan li Almanyayê, ji dîskrîmînasyona eşkere bigire heya pêşdarazan. Herweha em dê behsa nijadperestiya sazûmanî ya li Almanyayê ya têkildarî Kurdan bikin.

Armanca me ew e ku em hişyariyê biafirînin da ku ev mijara dijwar bi awayekî vekirîtir were nîqaşkirin û mirov werin teşwîqkirin ji bo ku bi awayekî çalak li dijî Nijadperestiya Dij-Kurd bisekinin.

Ji bo guhdarîkirina podcastê, serdana rûpela me bikin li ser platformên podcastan:

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG