caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pirtûka Gencîneya Peyvên Bingehîn Derket!

Pirtûka Gencîneya Peyvên Bingehîn ku ji aliyê komeleya Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê ve bi hevkariya Akademiya Yekmalê hatibû amadekirin derket. Ev pirtûk ji bo xwendekarên dibistanan ku beşdarî dersên zimanê kurdî dibin, mamosteyên zimanê kurdî û kesên ku dixwazin kurdî hîn bibin, bi awayekî birêkûpêk peyvên nû pêşkêşî têkildaran dike.

Di pirtûkê de 33 mijarên sereke yên di hînkirina piraniya zimanan de bêtir tên bikaranîn cih digirin. Ji bo her mijarê 15 peyvên di jiyana rojane de ji aliyê bikaranînê de xweyî rêjeyeke bilind in, hatine destnîşankirin. Hem ji ber mijarên hatine hilbijartin hem jî bi saya wêne û hîndariyên hatine bikaranîn, ev pirtûk dikare di Hêlîn û/an Pêşdibistanan de ji bo zarokên ji 6 salî biçûktir; ji bo xwendekarên dibistana seretayî û ya navîn; her wiha di hînkirina kurdî ji bo mezinan de jî were bikaranîn.

Lewma, ev pirtûk ji bo mamosteyên zimanê kurdî wek materyaleke sereke ye. Lê belê, kesên dixwazin bi serê xwe hînî kurdî bibin an jî kesên ku kurdî dizanin lê dixwazin peyvên almanî hîn bibin dikarin ji vê pirtûkê sûdê wergirin.

Di amadekirina pirtûkê de zaraveya kurmancî wek bingeh hatiye girtin, lê belê di pêşkêşkirina peyvan de di rûpela duyemîn a her mijarê de peyv bi kurmancî û almanî hatine dayîn. Her wiha, di rûpela çaremîn a her mijarê de, xwendekar dikarin hemû peyvan bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî/zazakî tevî almaniya wan bibînin. Bi vê taybetiya xwe, ev pirtûk yekem nimûneya materyala hîndariyê ye ku bi awayekî pirzimanî hatiye amadekirin. Lewma, pirtûk ne tenê di hînkirina kurmancî de her wiha ji bo soranî, kirmanckî û almanî jî dikare were bikaranîn.

Pirtûk bi edîtoriya hevkarê me Mamoste Abdulkadir Ulumaskan, her wiha bi ked û tevkariya gelek mamosteyên kurdî hatiye amadekirin. Di pirtûkê de, pêşgotina berpirsiyarê Akademiya Yekmalê, Şerif Derince jî cih digire.

Hûn dikarin pirtûka “Gencîneya Peyvên Bingehîn / Grundwortschatz (Kurdisch-Deutsch)” bistînin. Heqê pirtûkê 15 EUR ye. Ji bo sîparîşên xwe û zêdetir agahiyan ji kerema xwe bi Akademiya Yekmalê re bi riya emailê (akademie@yekmal.de) têkilî deynin. 

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG