caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pêşxistina malbatên Kurd di pergala perwerdehiyê de bi rêya bernameya Çembera Hêzdarkirinê

Berî çend mehan di çarçoveya projeya “STAP vorwärts” de me ji bo dêûbav û zarokan bernameyeke taybet a bi navê ‘Çembera Hêzdarkirinê’ li Navenda Malbatan a Rengînê li Berlînê da destpêkirin.

Bala vê angebotê li ser pergala perwerdehiyê û rastiyên ku malbatên kurd li zaroxane û dibistanan bi wan re rû bi rû dimînin e, di nav wan de jî daxwazên wan ên ji bo guhertinê, piştgiriya ku pêdiviya wan pê heye û çawaniya piştgirîkirina dêûbavan ji aliyê komeleya me ve.

Ev pirs û pirsên wekî wan di taştêya bi hev re de têne ber bas, zarok jî bi çalakiyên afirîner zimanê xwe yê kurdî xurt dikin. Di hevdîtinê de, destpêkê me nexşeya dêûbavan xêz kir da ku em bêtir bizanibin li ser wan ka ew li kîjan deveran dijîn, ji kîjan navçeyan hatine û zarokên wan diçin kîjan dibistanê an zaroxaneyan. Ev agahî ji me re dibe alîkar da ku em ji cihêrengiya di nav komê de baştir fêm bikin.

Di hevdîtina dawîn de ku 17ê Sibatê pêk hat, em li ser danasîna bernameyekê axivîn ku derfet ji dêûbavan re çê dike ji bo ku ezmûnên xwe yên bi dibistan û zaroxaneyan re bi hev re parve bikin û ji hev fêr bibin.

Ev pêvajo dê berdewam bike. Armanca me ew e ku em bi dêûbavan re ji nêz ve bixebitin da ku bernameyek rahêzanê pêş bixin ku ne tenê bandorek bihêztir dike, lê di heman demê de di navbera wan û pisporên din de diyalogek bikêr pêş dixe.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG