caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pêşwaziya me ya Newrozê li Berlînê bi awayek serkeftî pêk hat

Êvara Pêncşemê 21ê Adara 2024an endam, karmend, dost û piştgirên komeleya me ya Yekmalê di  bernameyeke xweş a Pêşwaziya Newrozê de li salona Rathaus Schöneberg a Berlînê hatin ba hev.

Bernameya pêşwaziya Newrozê bi nîşandana vîdeoyeke balkêş a li ser cejna Newrozê û sersala Kurdî dest pê kir ku giringiya vê cejnê ji bo kurdan û di çanda Kurdî de nîşan dida.

Rêvebera Yekmalê Günay Darici bi axaftinekê bixêrhatina mêvanan kir. Piştre Thorsten Wischnewski-Ruschin, şêwirmendê dibistanan û alîkariya ciwanan ya DPW Landesverband Berlin axivî.

Herweha Kassem Taher Saleh parlemanterê Partiya Kesk û rêveberê Koma “Jiyana Kurd li Almanyayê” di Parlamentoya Almanyayê de û Gökay Akbulut parlemantera Partiya Çep a Almanyayê axivîn û nirxaninên giring kirin.

21ê Adarê di heman demê de Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Nijadperestiyê ye. Hevkarê me Merih Ergün, rêveberê Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal ya Yekmalê derbarê xebatên komeleya me ya di têkoşîna li dijî nijadperestî û dîskrîmînasyonê de agahî dan.

Atmosfer bi performansa muzîkê ya hunermendên jêhatî Çirîke Hewramî û Ferhad Emînî zêdetir germ bû, ku mêvan ji bo govendê teşwîq kirin.

Bernameya pêşwaziya me ya Newrozê derfetek bû ku kesên ji pêkhate û çandên cuda werin cem hev, ramanên xwe bi hev re pev biguherin û bi hev re cejna Newrozê pîroz bikin. Em spasiya van kesan dikin ku di pêkanîna vê bernameyê de alîkar bûn.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG