caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Pêşkêşiyek derbarê „Nijadperestiya Dij-kurd li Almanyayê – Ji Perspektîfa Koçberan“

Di 5ê Tîrmeha 2023an de Tora Kurdî bi awayeke serkeftî civîna xwe ya 18an bi mijara “Nijadperestiya Dij-Kurd li Almanyayê – Ji Perspektîfa Koçberan ” li dar xist.

Axaftvan Prof. Dr. Kenan Engîn ji Zanîngeha Akkon a Zanistên Mirovî derbarê mijarê de pêşkêşiyek kir. Di vî warî de, wî bi taybetî destnîşan kir ku nijadperestiya li welatên ku koçber jê tên, li diyaspora û Almanyayê jî xwe dubare nîşan dide. Mînak qada jiyanê ya erdnîgarî, ziman û çanda serbixwe ya Kurdan dixin bin pirsan û di encamê de nasnameya wan a serbixwe tê înkarkirin. Nêzî 20 kes beşdarî civînê bûn û piştî pêşkêşiyê li ser mijarê nîqaş kirin.

Hûn dikarin li ser Podcasta Yekmalê guhdariya vê pêşkêşiyê bikin:

Civîna 19an a Tora Kurdî di 6ê Îlonê de bi awayek serhêl pêk tê. Di civîna bê de em bal dikşînin ser mijareke têkildarî civaka Êzidî ya li Almanyayê.

Bernameya Tora Kurdî ji bo sala 2023an

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG