caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Perspektîfên Kurdan li ser 100. Saliya Komara Tirkiyeyê

Di 100. saliya damezrandina dewleta Tirk de, rojnameya Tagesspiegel a Almanyayê hevpeyvîn bi gel û civakên ne Tirk ên ji Tirkiyeyê li Berlînê pêk anîye. Di vê çarçoveyê de bi rêvebera komeleya me Gunay Darici re hevdîtin pêk anî û nêrînên xwe yên derbarê mijarê de anî ziman.

Gunay Darici destnîşan kir ku ji bo Kurdan sedsaliya Komara Tirkiyeyê bîranîneke bi êş a dîrokeke dirêj ji êş û berxwedanê ye. Komara Tirkiyê ji bo kurdan êş û rondikên wan temsîl dike.

”Bi damezrandina komarê re û di salên piştre de, Kurd bi nenasîna nasnameya xwe ya neteweyî, asîmîlasyona çandî, qedexekirina ziman û zextan re rû bi rû man.”

Di vê heyamê de bikaranîna zimanê kurdî hat qedexekirin, dibistanên Kurdî hatin girtin, zimanê kurdî bi awayekî sîstematîk hat tepisandin û hema hema ji holê hat rakirin. Rêvebera Yekmalê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li gor Komara Tirkiyê diviya mîrata çandî ya Kurdan ji holê bê rakirin. Navên Kurdî li zarokan bên qedexekirin, navên erdnîgarî bên guhertin û behsên nasname û çanda Kurdî hemû bên rakirin.

“Di vê pêvajoya dîrokî de bi hezaran ciwanên Kurd mirin, siyasetmedarên Kurd hatin zîndanîkirin, civaka Kurd rastî zext û zordariyan hat. Di civakeke ku çand û baweriyên cuda tê de bindest bûn, dîtina çareseriyê gelekî zehmet bû.”

Hûn dikarin tevahîya rapora rojnameya Tagesspiegel li ser lînka jêrîn bibînin:

100 Jahre Leid: So blicken die Berliner Minderheiten aus der Türkei auf den Nationalfeiertag

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG