caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Performansa Tembûr û Govendê li Bad-Kreuznach

Zarokên projeyên Tembûr û Govendê yên komeleya me Yekmal e.V. li Bad Kreuznach ku herdu proje di meha Nîsana îsal de dest pê kiribûn, yekemîn performansa xwe roja Şemiyê 15ê Tîrmeha 2023an pêşkêşî temaşevanan kirin.

Herdu projeyên me ji bo festîvala navçeyan a bajarê Bad Kreuznach hatibûn vexwendin ku bi amadebûna şaredarê bajarê Bad Kreuznach birêz Emanuel Letz hat lidarxistin.

Zarokên me pir bi kelecan bûn û tevî lêdana dilê xwe performansek pir xweş pêşkêş kirin.

Rêveberên kursê yên her du projeyan û dê û bavên zarokan tevî temaşevanan çepikeke mezin ji zarokan re lê xistin. Çapemeniyên herêmî jî li ser performansa zarokên me nûçe çê kirin.

Rhein-Zeitung: Stadtteilfest im Bad Kreuznacher Pariser Viertel: Ein Konzert der Vielseitigkeit

Stadt Bad Kreuznach: Stadteilfest im Pariser Viertel bunt, fröhlich, vielfältig

Em spasiya rêkxerên festîvalê, rêveberên kursên her du projeyan û zarokên xwe dikin.

Em bi hêviya çalakiyên din ên balkêş in.

Komeleya we Yekmal e.V.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG