caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Performansa Koma Govendê ya Yekmalê di 8ê Adarê de li Bad Kreuznachê

Di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Jinan de, bi beşdariya gelek komele û kesayetiyên herêmî û şaredarê bajarê Bad Kreuznach birêz Emanuel Letz bernameyek hat lidarxistin. Koma Govendê ya Yekmalê performansek balkêş pêşkêş kir û bala temaşevanan kişand.

Her di vê bernameyê de, ji bilî çalakiyên hunerî yên mezin ji bo zarok û ciwanan, bufeyek navneteweyî, pêşangehek li ser jinkujî û mafên jinan li cîhanê, herweha koroya zarokan a Ukraynayê, dibistanên muzîkê yên herêmî yên li bajarê Bad Kreuznachê jî karîn hunerên xwe pêşkêş bikin.

Projeya Govendê ya Yekmalê ku ji meha Nîsana sala borî ve bi tevlîbûna 15 zarok û ciwanan didome, di 8’ê Adarê Roja Navneteweyî ya Jinan de li Bad Kreuznachê derket ser dikê.

Koma me ji keç û xortan pêk tê, lê mamostayên komê bi zarokan re biryar dan ku di 8’ê Adarê de tenê keç derkevin ser dikê. Dema ku keçan dîlana xwe pêşkêş kirin, temaşevan bi heyecan û çavên xwe yên dibiriqîn zêdetir bi coş bûn.

Gelek spas ji bo hevkara me Leyla Kara û tîma wê ya jêhatî ku ew qas baş komeleya me temsîl kirin.

Wek komeleya Yekmalê, em kêfxweş in ku beşek girîng a bajarê Bad Kreuznachê bin û em li hêviya gelek derfetên din ên hevkariyek baş in.

Foto ji aliyê: Isabel Mittler

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG