Berlîn bajarekî pirziman e. Lê em gelek cudahiyan dibînin di navbera van zimanan de ji aliyê statûya qanûnî, siyasetê, rewşa civakî û statûya aborî ve. Ji aliyekê ve, hinek ziman tên pêşxistin û li hemû qadên jiyanê de, dibistan jî nêv de, tên bikaranîn. Ji aliyê din ve, hinek zimanên din tên piştguhkirin û kesên wan diaxivin tûşî cudageriyê dibin. Bi vê panelê em dixwazin polîtîka û pratîkên cuda yên zimanên ji hev cuda tên meşandin li Elmanyayê nîqaş bikin. Her wiha em ê bersivan bigerin ji bo pirsa “Pirzimanî çawa dikare zêdetir were pêşxistin li hemberî cudageriyê?”.
Ev çalakî di nav çarçoveya Rojên Çanda Kurdî tê lidarxistin.
Moderator: Merih Ergün, Yekmal e. V.
Pêşkêşvan:
Dr. Astrid Adler, Enstîtûya Leibnizê ji bo Zimanê Elmanî, Mannheim
Derviş Hizarci, Berpirsiyarê Dij-cudageriyê li Senatoya Berlînê
Stefanie Remlinger, Endamê Parlemena Berlînê
Şerif Derince, Kordinatorê Akademiya Yekmalê
Kengî: 26.03.2020, 15:00 – 17:00
Cî: GEW Berlin (Yekitiya Perwerdehî û Zanistê ya Wilayeta Berlînê), Ahornstraße 5, 10787 Berlin