caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Newroza We Pîroz Be!

Bi hatina biharê di 21 Adarê de dora 300 milion kes li seranserî cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin. Di vê roja nû de, saleke nû dest pê dike û li gel wê jî xweza ji bo jiyaneke nû geş dibe. Li ba gelek gelan, Newroz (Nûroj) mîna sîmbola roja nû tê naskirin. Lê, di nav civaka kurd de, wateyeke din a vê rojê heye. Ew jî roja rizgariyê ye ji bin dara zordariyê. Ji ber ku, li gor mîtolojiya Kurdistanê, wê rojê, Kawayê Hesinkar dawiya serdestiya Dehaqê Zordar aniye û civaka kurd azadiya xwe bi dest xistiye. Lewma, Newroz li ba kurdan hem hatina bihariyê hem jî cejna azadiyê û rizgariyê ye.

Em jî wek komeleya civaka kurd li Berlînê, her sal Newrozê di bin banê Rojên Çanda Kurdî bi çoş û peroşeke mezin pîroz dikin li gel kurdan û dostên kurdan. Îsal jî me bernameyeke têr û tije amade kiribû ji bo pîrozbahiya Newrozê. Lê, mixabin ji ber nexweşiya şewba koronayê, wek hemû çalakiyên din ên li Berlînê, me jî pîrozbahiyên xwe tehîr kirin ji bo demeke din.

Em hêvî dikin Newroza îsal bibe destpêka kêmbûna şewba koronayê û hemû mirovahî bigihêje aramî û tenduristiya xwe.

Bi van hest û ramanan, Newroza We Pîroz Be!

Tîma Yekmalê

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG