caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Li Herfordê şahiya me ya Cejna Newrozê hat lidarxistin

Di 21’ê Adara 2024’an de şaxên Yekmalê yên li Herford û Bielefeldê şahiya Cejna Newrozê li salona Kreishaus a Herfordê li dar xistin. Gelek mêvan amade bûn. Di nav wan de gelek malbatên Kurd, endamên Encumena Întegrasyonê, nûnerên komeleyên herêmî yên girêdayî partiyên Çep, Kesk û SPD û herweha rêveberên bajarê Herfordê hebûn.

Di destpêkê de rêveberên her du şaxên Yekmalê Murat Mang û Zerîfe Huseyin bixêrhatina mêvanan kirin. Piştre ji Kreisa Herford Ralf Stölting, ji rêveberiya ​​bajarê Herfordê Kerstin Fiebig û herweha Karsten Dogar ji buroya Parlamenterê Bundestagê Stefan Schwartze peyamên pîrozbahiya Newrozê pêşkêş kirin.

Şahî ji aliyê Fachstelle NRWeltoffen a Herfordê ve hat piştgirîkirin, li ser navê wê Ann-Christin Kleinert  peyama pîrozbahiyê şand. Piştre Sonja Galler ji Yekmal NRW û Zübeyde Polat ji Yekmal Herford li ser girîngiya Newrozê û xebat û projeyên her du şaxan agahî dan.

Ji bilî axaftinan gelek berhemên muzîk jî hatin pêşkêşkirin. Amûrên kevneşopî yên kurdî yên wekî def, tembûr û ney xwedî cîhek giring bûn. Herweha muzîka kurdî ya bi amûra kemanê (Zara Demirkaya) jî di bernameyê de hebû. Bernameya fermî bi govendeke xweş bi dawî bû.

Her di çarçoveya Şahiya Newrozê de pêşangeheke wêneyan li ser xebatên berê yên Yekmalê û hevkarên wê yên herêmî hatibû amadekirin. Spas ji bo her kesî, bi taybetî ji Fachstelle NRWeltoffen ji bo piştgiriya wê ya ji vê şahiya Newrozê.

Newroz pîroz be!

 

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG