caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kursên nû yên fêrbûna Kurmancî û Soranî li Berlînê dest pê kirin

Akademiya Yekmalê bi hevkariya Navenda Malbatan a Rengînê ya Yekmalê, di destpêka meha Sibata 2024an de li Berlînê kurseke Kurdiya Soranî ji bo xwendekarên asta destpêkê û kurseke nû ya Kurdiya Kurmancî – A1 dest pê kir.

Kursa fêrbûna Soranî

Li Berlînê gelek xwendekarên Soranî-axêv yên di dibistanên seretayî de hene ku derfetên wan ên fêrbûna nivîsandin û xwendina zimanê dayikê tune ne. Ev kurs ji bo van xwendekaran e ku dikarin bi Kurdiya Soranî biaxivin, lê nikarin bixwînin û binvîsin. Kursa me roja 2ê Sibatê dest pê kir û her hefte di roja Înê de demjimêr 16:00 heya 18:00 li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstr. 57, 10999 Berlin didome. Kursa me ya Soranî ji bo beşdaran bê pere ye û hemû zarokên 6-12 salî dikarin tevlî bibin.

Kursa fêrbûna Kurmancî

Roja 6ê Sibatê kurseke nû ya Kurdiya Kurmancî ya asta destpêkê li Berlînê dest pê kir. Ev kurs ji bo her kesî ye ku zanabûna wan a Kurmancî tune ye û dixwazin fêr bibin. Naverok û mijarên kursê di asta A1ê de ne. Ev kurs her hefte di roja Sêşemê de demjimêr 18:00 – 20:00 li Navenda Malbatan a Rengînê birêve diçe û 14 hefteyan didome. Piştî dawîhatina kursê, beşdar dê bawernameya beşdarbûnê ji Akademiya Yekmalê bigrin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG