caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kursa Kurmancî ya asta destpêkê li Berlîn û Essenê dest pê kir

Essen

Ji nîvê meha îlonê û vir ve kesên eleqedar dikarin di kursa êvaran ya heftane de bedewiya zimanê kurdî nas bikin.

Di kursa me ya destpêkê ya kurmancî de ku ji aliyê mamosta Metîn ve tê birêvebirin, beşdar ne tenê rêziman û peyivan, lê gelek tiştan li ser çanda Kurdî jî fêr dibin.

Koma ku ev çend hefte ye bi awayekî rêkûpêk tevlî kursê dibe, ji ciwanên Kurd, perwerdekarên eleqedar û xebatkarên civakî pêk tê ku di çarçoveya pîşeyî de bi malbatên kurdîaxêv re di nava têkiliyê de ne.

Ev kurs heta dawiya salê didome, lê pilan tê kirin ku di astên din de jî kurs bê vekirin.

Berlîn

Ji nîvê meha Îlonê vir ve, komeleya me li Berlînê jî kursa Kurmancî ya asta destpêkê vekiriye. Kurs heftane di roja Sêşemê de li Navenda Malbatan a Rengîn bi rê ve diçe û heya çar mehan didome.

Bi tevayî 14 beşdarên bi coş beşdarî vê kursê dibin û di asta A1. – A2. de bi awayek balkêş fêrî zimanê kurdî dibin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG