caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Koma lîstikê ya duzimanî “Bi min re bilîze” salek li pey xwe hêla

Şaxa me ya Yekmalê li Essenê bi pêşengiya Leyla û Îna îsal karîbû li navenda Begegnungszentrum a Weberplatzê ji bo dê û bav û zarokên heta 3 salî, angeboteke perwerdehiya dêûbavan bi Kurdî-Almanî pêşkêş bike.

Zarok bi stran, lîstin û karê destan bi hev re hatin teşwîqkirin da ku bi zimanê xwe yê zikmakî Kurdî û herweha Almanî biaxivin. Dayikên ciwan karîbûn bi hevdu re tevbigerin û ji bo jiyana xwe ya rojane bi pitik û zarokên xwe yên biçûk re, agahiyên balkêş werbigrin.

Em kêfxweş in ku em dikarin di sala 2024-an de bi saya piştgiriyên nû yên darayî ji Saziya Ciwanan a Essenê (Jugendamt) vê xebatê bidomînin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG