caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kita Pîya Wedding

Kita Pîya Wedding, li taxa Weddingê, li ser Barfustrasse di sala 2014’an de hat vekirin. Ji dema hat vekirin heta niha rastî eleqeyekê mezin bûye û her sal gelek malbatên kurd û nekurd serî lê didin ku zarokên xwe bişînin wira.

Avahiya Kita Pîya Weddingê du-tebeqe ye û li ber avahiyê jî parkek piçûk heye ji bo çalakiyên derve û lîstina zarokan. Li vira, 25 zarok dikarin perwerdehiyê bigirin. Zarokên ji 3 salî piçûktir li jêr in, yên mezintir jî li jorê çalakiyên hînbûnê pêk tînin. Ji bo hinek çalakiyan jî hemû zarok bi hevra tevlî xebatan dibin. Zarokên ku ew ê salek şûnde dest bi dibistana seratayî bikin, ji meha Sibatê û pê ve li gorî bernameyeke taybet a derbasbûna dibistanê xebatan dikin. Armanca van xebatan amadekirina zarokan ji bo dibistanê ye. Her wiha, parkek mezin a taxê heye nêzîkê hêlînê ku zarok carna li gel mamosteyên xwe diçin wira ji bo hinek çalakiyan. Hêlîn saet 08:00’an vedibe û heta 16:00’an xîzmetê dide.

Agahiyên Kita Pîya Wedding wisa ne:

Barfusstraße 13, 13349 Berlin

Telefona Bûroyê: 03045082694

Telefona Destê: 017652923646

E-mail: kita-piya-wedding@yekmal.de

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG