caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Hêlîna Duzimanî: Kita Pîya

Almanî / Kurmancî

Ziman herdem mîna dergehê dinyayê tê dîtin!

Êdî li dinyaya me ya global, duzimanî pir girîng e.

Li gor Jonekeit û Kielhöfer maneya duzimaniyê ev e: „Bi herdu zimanan, xwe li mala xwe hîs kirin“.

Lêbelê ew şans heye, gava ku mirov di salên zaroktiyê de zimanan hîn bibe.

Di konsepta pedegojiya hêlîna me de zarok, bi hêz û hunera xwe di navendê de cî digre. Bingeha wê ev e, ku perwerdehî di pêvajoya hînbûnê de pêk were û her zarok di pîvana dema xwe de, bikaribe xwe çêtir bi pêş bixe. Ev pêvajo bi riya xebat û çalakiyên pedegojîk a armanckirî tê destek kirin, ku zarok li gor emr jî û halê kemilîna xwe bi biryara hevpar tevlêbûne.

Em geşbûna zimanê, îzolekirî nabînin, lêbelê bi girêdana hunerên çors û zirav a motorîk, bi hunerweriya sosyal û di warê lîstikê de derfeta derbirîna muzîkî, dîzayna hunerî û rolkirin.

ZIMANEK, KESEK!

Huner û qabîliyeta zarokê/a we bibe alîkar, ji bo ku ew bi hêsanî zimanan hîn bibe.

Li baxçeyê zarokan, ji bo perwerdeya duzimanî em odeyeke bikêrhatî pêşkêş dikin.
Hemû çalakî him bi Almanî him jî bi Kurdî pêk tên.

Zarok bên motîve kirin, ku bi herdu zimanan xwe îfade bikin, ku ew bi kîjan perwerdarkar re dikevin têkiliyê yan jî (di bin rêberiya perwerdekaran de) tev li kîjan çalakî dibin.

Bi vî awayî bidestxistina herdu zimanan yeksan tê destek kirin û ferqa geşbûna zimanan dikare zû ji holê rabe.

Bi kurtasî hêlîna me:

  • 10 cî ji bo zarokên 1 heta 3 salî,
  • 15 cî ji bo zarokên 3+ heta pêşdibistanê
  • Desteka duzimanî ya pevkelijandî
  • Profîl û xweseriya me:
    • Perwerdeya muzîkê ya zû,
    • dans,
    • tevger
  • Entegrasyon
  • Tevlêbûna dêbavan
  • Geşbûna kesayetî û xwebawerî
  • Hînbûna lêgerîner

Duzimanî „Bi herdu zimanan, xwe li mala xwe hîs kirin“.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG