caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kargeha “Meşa Diyalogîk” li Berlînê hat lidarxistin

Di çarçoveya rêzekargeha “Helwesta Diyalogîk” de, roja 7ê Berfanbarê koma bavan a Yekmalê cara duyemîn li Navenda Malbatan a Rengînê bi mijara “Meşa Diyalogîk” civiya.

Ev kargeh bi serperiştiya hevkarên me Ajo Amin û Hülya Öksüz hat lidarxistin. Di kargehê de behsa van rêsayan hat kirin ku di dema meşa du kesan de, derfet çê dikin ku axêver bêyî ku were qut kirin li ser mijarekê biaxive, dema ku guhdar bi aramî û bi baldarî bêyî ku şîretan bike guhdarî dike. Di heman demê de balkişandin ser hayîdarbûn ji helwesta xwe û zimanê laşê xwe, tevî bikaranîna derbirrînên rû û tevgerên xwe.

Ev şêwaza danûstendinê ji bo pevguherîn li ser mijarên cihêreng pêwîst e, di rewşên dijwar de jî. Ev dihêle ku perspektîfên cûda û hevpar bên naskirin. Piştî meşê, mijar dikare were nîqaşkirin û ger pêwîst be, dê çareseriyên muhtemel jî bên pêşniyazkirin. 

Rêze-kargeha bi navê “Helwesta Diyalogîk” di çarçoveya projeya me ya “STaP vorwärts” de pêk tê. Proje ji aliyê berpirsiyariya Entegrasyon û Koçberiyê ya Senatoyê ji fona Wezareta Kar, Karûbarên Civakî, Wekheviya Zayendî, Entegrasyon, Pirrengî û Dij-Dîskrîmînasyonê tê fînansekirin.

 

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG