caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kargeha muzîkê ji bo jinên ciwan li Berlînê

Di navbera 23-25ê Cotmehê de komeleya me kargeheke muzîkê ji bo jinên ciwan bi muzîkjenên jêhatî Burcu Yankın û Selda Ozturk ên ji koma muzîkê ya Kardeş Türküler li dar xist.

Di kargehê de ku sê rojan li Navenda Malbatan a Rengîn li Berlînê pêk hat, jinan li ser pêşkêşkirina stranên bi zimanên cuda yên wekî Kurdî (Kurmancî, Zazakî û Soranî), Ermenî, Suryanî, Tirkî û Erebî xebitîn.

Kesên beşdar fêr bûn ku bi şêweyên curbecur ên weke îlahî, biwêj, stranên dergûşê, awazên evînî û kilamên di xebatê de stranan bibêjin. Li gel performansa dengbêjiyê, temrînên rîtmê jî di kargehê de hatin kirin. Beşdaran stran gotin û li amûrên xwe xistin.

Em spasiya GLS Treuhand e.V. dikin, ku piştgirîya darayî ya kargeha me kir.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG