caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kargeha Domdarîyê li Essenê

Kargeha Domdarîyê di 26ê Gulanê de ji alîyê şaxa me ya Yekmalê li Essenê hat lidarxistin.

Her komeleyek ku atolye, şahîyên zarokan an malbatan organîze dike, pirsgirêkê dizane: Di dawîya çalakîyê de pir caran meriv bi çopê re rû bi rû dimînin. Firaxên kaxiz, pakêt, parçeyên karên destan – bi gelemperî gelek tişt bi hev re hene.

Li gel pispor Martina Nies ji Înîsiyatîfa Berdewamîyê (Initiative für Nachhaltigkeit), pirsa “Em çawa dikarin festîval û çalakîyên xwe bi rengekî mayîndetir û jêderktir organîze bikin û kêm çopê hilberînin?” bi berfirehî hate nîqaşkirin û vebijarkên pir konkret hatin xebitandin.

Di şûna pifdankan de alayên ji qumaşê, li şûna bitlên vexwarinê yên yekcarî bitlên vexwarinê yên hertimî, ji bo bufeyê bikaranîna qedehan, tenê beşek in ji pêşniyazên ku hatin kirin. Zarok ku bi gelemperî li ser mijarên hawirdorê xwedîyê ramanên mezin in, di kargeha paralel de jî kêfa wan hat. Ew di vê kargehê de dikaribûn bi dilxwazên komeleya “Ehrenamt Agentur Essen e.V.“ re her cûre bîrokeyên afirandina berhemên baştir ji kelûpelên bikarhatî, biceribînin.

Em spasîya Martina Nies ji Însiyatîfa Domdarîyê (Initiative für Nachhaltigkeit) dikin ji bo gelek bîrokeyên konkret û kêrhatî. Em hêvî dikin ku niha em bikaribin van bîrokeyan bi komeleyên din ên Navenda Rêzgirtinê (VielRespektZentrum) re bi cîh bikin.

Kargeh beşek e ji projeya me ya domdarîyê, ku ji hêla Herêma Nordrhein-Westfalen ve tê fînansekirin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG