caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kargeha “Çavdêrîkirin bêyî nirxandin” li Hêlîna Pîya Wedding

Di çarçoveya projeya “Stap vorwärts” de, beşa me ya Piştgiriya Malbatan di 9ê Tîrmeha 2024an de li Qehwexaneya Dêûbavan a li Hêlîna me ya Pîya Weddingê li Berlînê kargehek li dar xist.

Di kargehê de hin dê û bav û zarokên xwe bi rêberiya hevkarên me hatin cem hev. Mijara sereke “Çavdêrîkirin bêyî nirxandin” bû ku ji bo piştgirîkirina zarokan di fêrbûna rojane de rêbazek girîng e.

Zarok bi berdewamî û li her derê hîn dibin. Dê û Bav dikarin bi awayekî çalak piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bi pêşniyaz û mînakên kêrhatî, hat destnîşandkirin ku dêûbav çawa dikarin bi taybetî di ezmûna hînbûnê de piştgirî bidin zarokên xwe bêyî ku nirxandinê bikin. Me bi hev re stratejî û rêbazên wisa pêş xistin ku dikarin pêvajoyên fêrbûna zarokan pêşve bibin.

Pişt re girêdayî heman mijarê me bi zarokan re lîstikek biçûk çê kir. Vê yekê derft da dê û bavan da ku rasterast tiştên ku fêr bûne bicîh bînin û di heman demê de bi zarokên xwe re wextek afirîner derbas bikin.

Di çarçoveya projeya „Stap vorwärts“ de, em bi hêviya lidarxistina kargehên din in. Ji bo beşdarbûna çalak û pabendbûna wan, em spasiya beşdaran dikin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG