Sersal demek taybet e ji bo hemû zarokan. Me jî ev dem wek derfetek dît ji bo ku em bîranînên wisa çêkin ku zarokên me tu cara ji bîr nekin. Bi vî şiklî Kalê Sersalê yê duzimanî ku kurdî û almanî xeber dida bû mêvanê hêlîna me. Ji bo zarokên me demek pir şahane bû û ji diyariyên xwe gelek hez kirin. Em ji bo wan hemûyan sersaleke geş û saleke xweş dixwazin.