caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Jiyana Kurd li Berlînê: Encamên Lêkolîneke Çendanî

Pirtûka lêkolîna me ya bi navê “Jiyana Kurd li Berlînê: Encamên Lêkolîneke Çendanî” wek e-pirtûk derket. Li jêr kurtedanasîneke vê lêkolînê heye û her wiha hûn dikarin pirtûkê ji vir peyda bikin.

Civakên kurd bi hemû pirrengî û cudahiyên xwe yek ji mezintirîn civakên li Berlînê pêk tînin. Daneyên fermî nînin, lê texmînên pêbawer dibêjin navbera 100 hezar heta 150 hezar kurd hene li Berlînê. Lê hejmara kurdan çiqas zêde jî be, di nav lêkolînên zanistî û polîtîkayên dewletî de kurd nayên hesibandin. Lewma, agahiyên derbarê jiyana civakî û zimanî ya kurdan, pirsgirêk û kêşeyên derdikevin pêş van di xizmetên civakî de, zehmetiyên tevlîbûna çalakiyên civakî û çandî, beşdarbûna siyasî û rêxistinî gelek kêm in û her wiha nayê zanîn ka kurd çi difikirin derbarê polîtîkayên entegrasyonê de.

Akademiya Yekmal, ku beşek nû ya Yekmalê ye, lêkolîneke berfireh li dar xist ji bo ku valahiya agahiyan hinekê tije bike û agahdariyên zanistî belav bike derbarê jiyana civakî û zimanî ya kurdan de li Berlînê.

Encamên lêkolînê gelek aliyên jiyana pirzimanî û pirçandî ya kurdan ronî dike û her wiha fikr dide derbarê jiyana civakên din ên koçber. Grafîk û tabloyên tên pêşkêşkirin gelek agahî didin derbarê mijarên wek agahiyên demografîk, statûya perwerdehiyê, bikaranîn û nêzîkatiyên zimanî, pêkhatina nasnameyî, beşdarbûna siyasî û civakî, fikr û nêzikatiyên derbarê civakên din de, statûya welatiniyê, fikrên derbarê cudageriyê, danûstandin û torên civakî, baweriyên olî û xizmetên dewletî de.

Ji ber ku gelek nimûneyên din ên mîna vê xebatê nînin, em bawer dikin encamên vê lêkolînê dikarin rêveberên dezgehên dewletî baştir agahdar bikin ji bo ku polîtîkayên hişyartir û kêrhatîtir bi rê ve bibin hem ji bo kurdan hem jî civakên din ên koçber li Berlînê. Lewma, em hêvî dikin ev pirtûk bibe alîkar ji bo hem dezgehên dewletî hem jî yên civakî di amadekirin û pêşkêşkirina xebat û çalakiyên wan de û ji bo avakirina têkiliyeke xurttir bi kurdan re û bi civakên din ên koçber re.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG