Kenala jinê „Jin Tv“ bi rêvebera komeleya me Günay Darici re hevpeyvînek pêk anî. Di hevpeyvînê de bal tê kişandin ser jiyan û xebatên Günay Xanim li Kurdistan û Tirkiyê, herweha çîroka wê ya 27 salên bi Yekmalê re. Günay Xanim behsa xebat, proje û çalakiyên Yekmalê dike ku ew bi tîmeke jêhatî û serkeftî re pêk tîne û di salên borî de qada xebatên Yekmalê gelek berfireh bûye.
Em spasiya pêşkêşvana bernameyê Rengîn Kardelen û tevahiya tîma Jin Tv dikin ku serdana buroya me ya li Berlînê kirin. Ew xebatên pir hêja dikin di qada medyayê de bi taybet ji bo nîşandana pêşveçûnên jinan.
Hûn dikarin tevahiya hevpeyvînê li ser vê lînkê temaşe bikin: