caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

“Gerek ji bo gola Ûrmiye û Gola Wanê li ser şopa çemên Kurdistanê”

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de di 25ê Gulana 2024an de îvênta “Li ser şopa çemên Kurdistanê – Gerek ji bo gola Ûrmiye û Gola Wanê” hat lidarxistin.

Ev îvênt li salona bedew a Înîsiyatîfa Sporê li Berlînê hat lidarxistin. Nivîskar Ayhan Ûrmiye bi hevkariya xwendekara doktorayê Şermîn Güven, bi forma kargeh û lîstikê nîşanî dê û bav û zarokên Baxçeya Zarokan a Pîya-Kreuzbergê da ku çawa çem ava bûne.

Zarok û dê û bavên wan karîn bi awayekî înteraktîf rola “av” û “erd”ê bigrin ser xwe. Di despêkê de çemên mezin, Gola Wanê û Gola Ûrmiye hatin nasandin. Zarokên ku rola avê dilîstin piştre bûn çemên “Dîcle” û “Firat”ê. Dest bi dest bi hev re herikîn pêşangeha Şermîn Güven ku li qatekî jêrê hatibû vekirin.

Di pêşangehê de mêvan dikarin derbarê mijara kêmbûna avê li Kurdistanê bi gelek awayî agahî bigrin: bi rêya vîdeo, nivîsên dengî û agahiyên nivîskî, hem bi Kurdiya Kurmancî û hem jî bi Almanî. Zarokan piştî dersekê li salonên pêşangehê, ev roja tije perwerdehî û xweşî bi dawî kirin.

Ev roj serkeftinek mezin bû. Ji beşdaran re ezmûnek bêhempa û înteraktîf bû ku di çarçoveya wê de hem perwerdehî û hem jî kêf hebû.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG