Festîvala Kolanê ya Hederlezî piştî navberek ji ber pandemiyê, îsal di roja 6ê Gulana 2023an de li Berlinê hat lidarxistin.
Di festîvala ku li Boddinstraße ya Neuköllnê de hat lidarxistin û gelek çalakîyên çand û hunerê di nava bernameyê de hebûn, komeleya me jî bi danîna standa xwe ya agahdarkirinê beşdar bû. Gelek agahî û belavok yên li ser kar û xebatên Yekmalê hatin nîşandan.
Festîvala Kolanê ya Hederlezî her sal di dema „Georgs Tag“ de ku ji aliyê gelek bawermendên girêdayî dêra Ortodoks a Romayê ve tê pîrozkirin, wek cejna hatina biharê tê lidarxistin.