caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Em qurbaniyên Jenosîda Helebceyê bi bîr tînin

Di 16ê Adara 1988’an de Rejîma Be’s a Îraqê bombebarana bajarokê Helebce yê Başûrê Kurdistanê kir. Rejîma Seddam Huseyin di vê êrîşê de li dijî kurdan çekên kîmyayî bi kar anî. 5.000 kes hatin kuştin, hizaran kes bi giranî birîndar bûn, dehan hizar kes koçber bûn ku hejmarek zêde ji zarokan di vê pêvajoyê de wenda bûn. Herweha zirarek mezin gihişt jêrxana bajêr, xweza û erdên çandiniyê. Demografiya herêmê hat guhertin û heta niha jî bandora kîmyabaranê li ser herêmê û kesên rizgarbûyî maye.

Piştî tekçûna Rejîma Seddam di sala 2003an de, kîmyabarana Helebceyê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îraqê û Perlemana Îraqê ve wek jenosîd hat naskirin û sucdarên sereke yên vê jenosîdê hatin cezakirin. Lê hê jî gelek sucdar mane nehatine cezakirin. Civaka Navneteweyî heta niha jenosîda Helebceyê bi fermî nas nekiriye.

Em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V. hemû qurbaniyên Jenosîda Helebceyê bi bîr tînin. Em bang li Hikumeta Federal a Almanyayê dikin ku Jenosîda Helebceyê bi fermî nas bike. Naskirina jenosîda Helebçeyê ji bo qurbanî û malbatên wan gaveke giring a pêkanîna dadperweriyê ye. Ev nîşan dide ku civaka navneteweyî van sucan qebûl nake.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG