ÊŞ MEZIN E. ŞÎN KÛR E.
Berî çar salan di 19ê Sibata 2020an de, 9 kes li Hanau‘ê bi awayekî hovane hatin kuştin.
- Gökhan Gültekin, 37,
- Sedat Gürbüz, 30,
- Said Nesar Hashemi, 21,
- Mercedes Kierpacz, 35,
- Hamza Kurtović, 22,
- Vili Viorel Păun, 23,
- Fatih Saraçoğlu, 34,
- Ferhat Unvar, 22,
- Kaloyan Velkov, 33
Komkujiya Hanau’ê ne bûyerek takekesî ye. Ew berdewamiya xeternak a tundrewiya nijadperest û rastgir li Almanyayê nîşan dide.
Ji sala 1990-an vir ve, herî kêm 219 kes di encama tundiya rastgir de bûne qurbanî û 16 bûyerên din ên gumanbar jî hene. Hikûmeta federal tenê 113 bûyerên kuştinê weke tundiya rastgir bi nav kiriye.
Careke din ji bo neh qurbaniyên li Hanau’ê soza zelalkirineke bê şert û merc hat dayîn. Gelek siyasetmedar axivîn û merasîmên bîranînê lidarxistin.
Bi salan e ku ji aliyê politîk, polîs, dadwerî û medyayê ve penaber û koçber tên stigmatîzekirin û ew weke sûcdar û ji bo civakê xeternak, tên nîşandan. Ev pratîkeke hertimî ye di krîmînalîzekirina qurbaniyên nijadperestî û terora rastgir de, bi taybet li hember mirovên reş, penaber an koçber. Ev krîmînalîzekirin di doza qurbaniyên sucên NSU yên ji 2000 heta 2006 de pêk hat. Döner-Morde tenê gotinek e.
Ji wê rojê û vir ve endamên malbatan li benda zelalkirinek bê şert û merc a dewlet, siyaset, polîs û dadweriyê ne. Lê heta îro ew bi tenê hatine hiştin. Tiştê ku dimîne hestek xirab, nezelalî, nediyarî û nebawerî ye. Heta niha jî pir kêm guhertin heye.
Partiyeke wek AfD li Bundestagê rûniştiye û siyaseta vî welatî diyar dike. Ev skandalek e. Serpêhatiyên AfDê, bernameya partiyê ya veşartî bi navê ” Re-Migration (dersînorkirina koçberan” û hevdîtinên veşartî yên bi naziyanên nû re di 25ê Mijdara 2023an de, hatine îspatkirin.
Dîsa kesên rizgarbûyî, malbat û kesên qurbanî ji bo zelalkirin, dadperwerî û naskirina êşên xwe têdikoşin. Pirsgirêkeke din jî ew e ku qurbaniyên Kurd wek Kurd nayên naskirin û binavkirin. Ew wek Tirk tên binavkirin. Li vir jî malbatên Kurd ên mîna malbata Unvar, ji bo naskirina dualî yan jî piralî têdikoşin.
Em êdî bêdeng namînin
Em ê dengê xwe bilind bikin û daxwaza wekhevî û dadperweriyê ji bo hemûyan dikin. Em radibin û em ji bo demokratiya zêdetir têdikoşin.
Îro em we vedixwînin da ku em bi hev re hemû qurbaniyên terora nijadperestî bi bîr bînin. Îro em ê bi hev re êş û xemên xwe hilgirin.
Em we bi bîr tînin, ên ku beriya me çûn.
Em van kesan wek bingeh, û ji xwe re wek motîvasyon ji bo guherînê dibînin da ku ji bo hemû mirovan dadmendî û mirovatiyê pêk bînin.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê
19ê Sibata 2024an