caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de Helîm Yûsiv romana xwe xwend

Di 23ê Gulana 2024an de di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî de bi hevkariya Muzexaneya FHXB Friedrichshain-Kreuzberg îvêntek taybet pêk hat.

Îvênt ji aliyê Tora Kurdî ya ku ji aliyê komeleya me Yekmalê ve tê kordînekirin, hatibû organîzekirin. Nivîskarê Kurd-Alman ê navdar Helîm Yûsiv romana xwe ya bi navê “99 Morîkên Belavbûyî” ku ji Kurdî bo Almanî hatiye wergerandin, pêşkêş kir.

Îvênta ku hem bi Kurdî û hem jî bi Almanî hat lidarxistin, rastî eleqeya gelek kesan hat. Nêzîkî 60 beşdaran du demjimêr û nîvan bi baldarî li çîrok û axaftinên nivîskar guhdarî kirin. Vê xwendinê nêrînek balkêş li ser hunera vegotinê ya Helîm Yûsif derxist holê. Çîrokên wî yên ku di navbera çandên cuda de piran ava dikin, temaşevan ber bi rêwîtiyek wêjeyî ya balkêş birin.

Rojên Çanda Kurdî zêdetirî 10 salane ji aliyê Yekmalê ve tê organîzekirin û ev 2 sal in li seranserê Almanyayê tê lidarxistin. Vê bernameyê avakirina qadên ji bo hevdîtin û danûstandinên çandî ji xwe re kiriye armanc. Di vî alî de xwendina Helîm Yûsif jî ji bo naskirina hev, pevguhertina ramanan û pîrozkirina cihêrengiya çandî derfeteke hêja pêşkêş kir.

Em spasiya hemû beşdaran û moderator Sozdar Jafarzadeh dikin ji bo vê êvara ku nayê jibîrkirin. Spasiyek me ya taybet ji Helîm Yûsiv re heye ji bo çîrokên wî yên balkêş ku dê demek dirêj di bîranînên me de bimînin. Herweha em spasiya “House of Resources Berlin” dikin ku piştgiriya aborî ya vê îvêntê kir.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG