caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Daxuyaniya me ji bo 27ê Çile – Roja Navneteweyî ya Bîranîna Qurbaniyên Komkujiya Holokostê

Sala 2005’an Neteweyên Yekbûyî di 60. salvegera rizgarkirina kampa Auschwitz-Birkenauê de, 27ê Çileyê weke Roja Navneteweyî ya Bîranîna Qurbaniyên Komkujiya Holokostê diyar kir. Di navbera salên 1940-1945’an de li Auschwitz’ê herî kêm 1,1 mîlyon mirovên Cihû jiyana xwe ji dest dan. Di jenosîda Holokostê de bi giştî şeş mîlyon Cihû ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin.

Di vê rojê de, em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V., ne tenê mirovên Cihû yên bi awayekî sîstematîk hatin kuştin, herweha hemû qurbaniyên din ên destê rejîma Nazî wek mirovên reş, Sintî û Romanî, astengdar û queer bi bîr tînin.

Îro em di demekê de qurbaniyên Holokostê bi bîr tînin ku metirsiya bilindbûna gotara nijadperest û rastgir a tundrew li Almanyayê ji her demê zêdetir berçav e. Em bi fikar û xemgînî li mezinbûna AfDê dinerin. Di civîneke veşartî de di 25ê Mijdara 2023an de, siyasetmedarên pêşeng ên AfDê dersînorkirina girseyî ya bi mîlyonan penaber û koçberên ji Almanyayê plan kirin – paralelek xeternak a dîroka NSDAP.

Penaber û civakên curbicur – di nav de cihû, mirovên reş, misilman, êzîdî, civaka me ya ji Kurdistanê, People of Color, Sintî û Romanî, herweha kesên astengdar û queer, her ku diçe dibin hedefa planên rastgirên tundrew. Ev pêşhat divê hemû civaka sivîl teşwîq bike ku ji dîrokê ders werbigire û bi hev re li dijî tundrewiya ku derdikeve holê tevbigerin.

Yekmal weke saziyeke civakî, pabend e bi Almanyayeke demokratîk a wekhev û berfireh. Em tekez li ser girîngiya cihêrengî, tolerans û rêzgirtinê dikin. Ji ber fikarên li ser tundrewiya rastgir û geşedanên siyasî, bi taybetî di derbarê AfDê de, em bi diyalogê û pabendbûna hevpar a nirxên demokratîk re ne. Yekbûn û hevkarî di dilê hewldanên me de ye ji bo pêşvebirina civakek lihevhatî û berfireh.

Li dijî nîjadperestiyê ku encamên wê li ser siyaset û civakê hene, em bang dikin ku helwestek demokratîk a zelal hebe:

  • Divê hemû partiyên demokratîk bi awayekî eşkere helwestên nîjadperest şermezar bikin û xwe dûrî wan bixin.
  • Dest ji van mijaran berdin ku AfDê vedigerînin navenda rojevê, bi taybetî jî wek pirsgirêk nîşandana koçberî û cihêrengiyê.
  • Qedexekirina AfDê.

Xebat li dijî hêzên dijedemokratîk û nîjadperest ne tenê erka partiyan e, bandorê li tevahiya civakê, sendîka, komele, dêr û her kesî dike. Divê were zelalkirin ku pejirandina helwêstên AfDê û tundrewên din ên rastgir dibe sedema nerazîbûna civakî û dibe sedema parçebûna civaka me. Em banga diyaloga vekirî dikin û amade ne ku bi rêxistinên din ên sivîl re bixebitin ji bo bidestxistina armancên hevbeş ji bo civakek cihêreng û rêzdar.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V.

27ê Çile ya 2024an

 

© picture-alliance/dpa

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG