caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Daxuyanî !!

Berî her tiştî tenduristiya mirov tê. Ji bo me, tenduristiya endamên civakê li pêş her tiştî ye. Lewma jî perpirsiyariya me ye em pêşî li nexweşiyan bigirin ji bo parastina tenduristiyê.

Wekî baş tê zanîn, vîrusa koronayê belav dibe û tenduristiya me tehdît dike.

Senatoya Berlînê biryar da ku ji vir pê ve hemû çalakiyên bi 50 an jî zêdetir beşdaran were betalkirin.

Di nav van şert û mercan de, wek Yekmal e. V. me hinek biryar girtin. Biryarên me wisa ne:

  1. Hemû çalakiyên Rojên Çanda Kurdî hatin tehîrkirin ji bo demeke din
  2. Şeva pîrozbahiya Newrozê jî, ku 20ê Adarê bû, hat tehîrkirin ji bo demeke din
  3. Hêlînên me, Kita Pîya Wedding, Barfusstr. 13, 13349 Berlin û Kita Pîya Kreuzberg, Muskauerstr. 44,10997 Berlin ji 17ê Adarê heta 17ê Nîsanê tê girtin.
  4. Beşa me ya şêwirmendiyê dê tenê bi telefonê bikare karê xwe bike. Vê demê de mêhvan nayên qebûlkirin.
  5. Hemû xebat û xizmetên ji bo zarok û malbatan di avahiya me de, Waldemarstr. 57,10997 Berlin) heta 17ê Nîsanê 2020 hatin betalkirin.

Em gelek spas dikin ji bo xweşbînî û fehmbariya we!

Em ê agahiyên nû bi we re parve bikin. Ji kerema xwe, agahiyên nû ji torên me yên civakî (Twitter, Instagram û Facebook) û her wiha li ser malpera me www.yekmal.de bişopînin an jî me bigerin.

Li gel slav û rêz

Günay Darici

Rêvebera Giştî û Tîma Yekmalê

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG