caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Danasîna Navenda “Agahdariya Nijadperestiya Dij-Kurd” di civîna Tora Kurdî de

Tora Kurdî di 13ê Adara 2024an de 21. civîna xwe bi serkeftî li dar xist. Di civînê de damezrîner û serokê Navenda Agahdariya Nijadperestiya Dij-Kurd (IAKR) Civan Akbulut pêşkêşiyek giring pêşkêş kir.

Akbulut bi berfirehî li ser aliyên cûrbicûr yên nijadperestiya li dijî Kurdan axivî û rewşa dijwar a jiyana kurdan nirxand. Civaka Kurd ji salên 1960’an vir ve li Almanyayê dijî û niha nîfşa sêyemîn û çaremîn a kurdan li vir heye, lê her roj rastî heman dîskrîmînasyon û nijadperestiyê tê ku li welatê xwe rastî wê tê.

ÎAKR’ê ragihand ku ew ê li ser vê mijarê bisekinin, hişyariyê bidin û agahiyan parve bikin. Herweha banga tevlîbûn û hevkariyê kir di vê erka hevpar de.

Civîna Tora Kurdî û rojeva wê rastî eleqeyeke mezin hat û derdora 28 kesên Kurd û ne Kurd beşdar bûn.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG