caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Civîna Tora Kurdî li ser mijara „Pêleke nû ya penaberan ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê’’ hat lidarxistin

Roja 10ê Çile ya 2024an 20. Civîna Tora Kurdî li ser mijara „Pêleke nû ya penaberan ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê’’ bi awayekî serhêl hat lidarxistin.

Elçîn Yalçîn şêwirmenda Hiqûqû ya beşa Şêwirmendiya Yekmalê li Berlînê di semînara xwe de li ser pêşhatên nû û pêla penaberan bi taybetî ji Kurdistan û Tirkiyê axivî. Wê li ser şert û mercên hatinê, pêvajoyên serîlêdana penaberiyê û perspektîfên Kurdên penaber agahî da.

Piştî semînarê li ser rewşa jiyana koçberên Kurd ên kevin û yên nû, bi taybetî ciwanên Kurd ên bêkes li Almanyayê gotûbêj hat kirin. Herweha behsa ezmûnên penaberan bi bûyerên nijadperestî û dîskrîmînasyonê re hat kirin.

Nêzîkî 20 kes, destpêşxerî û nûnerên rêxistinên sivîl ku beşdarî civînê bûn, li ser vê mijarê nîqaş kirin. Beşdaran bal kişandin ser wê yekê ku di nav diyasporaya Kurd de agahiyên hindik li ser penaberên temenbiçûk hene. Ji bo baştirkirina hevkariyê û bilindkirina hişmendiya li ser mijara welî, pêşniyaz hatin kirin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG