Yekmal dixwaze xebatên xwe bi piştgiriya zanyar û lêkolinerên derbarê Kurdî xurt bike. Bi vê mebestê civîna yekem 4ê Xezîranê (roja Duşemê) saet 11:00’an de bi Prof. Dr. Yaron Matras re hat li dar xistin. Prof. Matras li zanîngeha Manchesterê dixebite û ji demên xwe yên xwendina masterê heta niha gelek xebat û lêkolîn li ser Kurdî kirine. Yek ji wan jî projeya çendsalî, ya di derbarê zaraveyên kurdî de ye. Ev proje hên jî didome û Prof. Matras li gelek welat û saziyan danasina vê projeyê dike û rê nîşan dide wan kesan ku dixwazin ji projeya wan sûdê wergire.
Prof. Yaron Matras kî ye?
Prof. Matras pisporê zimannasiyê ye li zanîngeha Manchesterê li Brîtanyayê. Heta niha gelek lêkolîn û xebat meşandine li ser zimanên cuda. Yek ji zimanên ku Prof. Matras li ser dixebite Kurdî ye. Niha jî bi hevkariya gelek zimannas û lêkolîneran xebatek taybet dimeşîne. Navê projeyê “Zaraveyên Kurdî” ye.
Hûn dikarin zêdetir agahî li ser projeyê ji bin lînka jêrîn peyda bikin: