caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Çembera Hêzdarkirinê li Navenda Malbatan a Rengînê ya li Berlînê

Îsal me di çarçoveya projeya “STAP vorwärts” de şêwazek nû da destpêkirin: Çembera Hêzdarkirinê.

Armanca hevdîtinên mehane yên dêûbavan û zarokên wan li Navenda Malbatan a Rengînê ew e ku ji bo dêûbavên Kurd û zarokên wan platformeke dostane ku cihêrengiya zimanî û çandî bi pêş bixe, ava bibe. Armanca platformê ew e ku dêûbavan di qada perwerdehî û pêşveçûna pirzimanî ya zarokên xwe de bîne cem hev. Ev hevdîtin bi mebesta vê yekê ye, dê û bavên Kurd derfetê bidin hev da ku fikrên xwe pevbiguherînin, torbendî çê bikin û ji hevdu fêr bibin ji bo pêşvebirina xwe. 

Herweha xemeke sereke jî pêşxistina stratejiyên hevpar e ji bo zêdekirin û xurtkirina hebûn û bandora dê û bavên Kurd li zaroxane û dibistanan.

Dema ku dêûbav di hawîrdoreke pêşwazî û piştgiriyê de tevdigerin, zarok xwedî derfet in ku bi hev re bilîzin, afirîner bin û bi zimanê malbata xwe biaxivin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG