caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Cejna Newrozê ya zarok û malbatan li Berlînê bixweşî pêk hat

Roja 23ê Adara 2024an li Navenda Malbatan a Rengînê li Waldemarstr. 57, 10997 Berlin şahiya me ya Cejna Newrozê ya ji bo zarok û malbatan hat lidarxistin.

Rojek bi baran nikarîbû rûyên bi ken û hewaya cejna Newrozê ku ji aliyê baxçeyên me yên zarokan (Kita Pîya) û Navenda Malbatan a Rengînê ya Yekmalê ve hatibû organîzekirin, biguherîne.

Roja Şemiyê baran dibarî, lê dema ku ezmanê navber da baranê, me bi awayek xweber biryar da ku em bernameya xwe li derve pêk bînin. Çalakiyên wekî xêzkirina rûyên zarokan û hunerên destan – ji çêkirina destbendan bigire heya xêzkirina li ser çenteyan di hundurê navendê de pêk hat. Di heman demê de mêvanan rojeke tijî çalakî û kêfxweşî li derveyî avahiyê derbas kirin.

Roja me bi angeboteke Navenda Malbatan dest pê kir. Zarokên ji her temenî, tevî muzîkek xweş û bi hin dêûbavan re, beşdarî lîstikên werzişê yên cûrbicûr bûn. Ya herî balkêş bazdana li ser agir bû, ku ev kevneşpî beşeke girîng a cejna Newrozê ye.

Piştre zarokên Kita Pîya Wedding bi coş stranên xwe yên Newrozê û stranên din pêşkêş kirin. Paşê jî performansek bi heman rengî ji aliyê zarokên Kita Pîya Kreuzbergê ve hat pêşkêşkirin. Zarokan ji bilî stranên xwe yên Newrozê yên amadekirî, herweha koreografiya dansê ya bi kulîlkên xwemalî û bi muzîka zindî ya ji aliyê mamosteyekî fedakar ve, pêşkêş kirin.

Helbet pêxistina agirê Newrozê ku sembola navendî ya Newrozê ye, nayê jibîrkirin. Me bi hev re li dora agirê geş bi muzîka zindî ya Kurdî re govend gerand.

Berî ku baran dawî li çalakiyên me yên li derve bîne, Koma Govendê ya ji Efrînê govendên xweş nîşanî me dan. Herweha malbat bi angebotên cihêreng ên li hundurê Navendê, kêfxweş bûn.

Dêûbavên her du baxçeyên me yên zarokan jî gelek xwarin û vexwarin bi xwe re anîbûn ku di nav wan de vexwarinên teze û wafflên xweş ên ku nû hatibûn pijandin hebûn. Bi taybet mêvanên me yên biçûk jê kêfxweş bûn.

Tevî hewaya ne aram jî, Cejna me ya Newrozê ya Zarok û Malbatan a îsal jî bi xweşî, civatîbûn û pirrengiya çandî dagirtî bû.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG