caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Çalakiya Sêva Mêxekrêj li Berlînê Hat Sazkirin

Roja 14’ê Sibatê (2020) ku hevdem e ligel roja evîndariyê (Valentine), li Yekmalê çalakiya Sêva Mêxekrêj hat sazkirin. Sêva Mêxekrêj sembola evîn û aştiyê ye di çanda Kurdistanê de.

Çalakî demjimêr 13:00’an de li komeleya me hat lidarxistin. Kurdistaniyên her çar aliyên Kurdistanê û dostên biyanî yên Yekmalê tevlî çalakiyê bûn.

Beşdaran sêvên sor mêxekrêj kirin ji bo ku weke diyarî pêşkêşî hezkirî an dostên xwe bikin. Ev çalakî ku cara yekê ye li Elmanyayê hat sazkirin, bala beşdaran kişand.

Rêveberê çalakiyê Şaswar Mame derbarê Sêva Mêxekrêj got, “Sêva Mêxekrêj kevneşopîyek kevn a kurdan e ku evîndaran weke hêmaya evînê ji hev re kirine diyarî. Her wisa di dema ku ji hev aciz bûne, ji bo lihevkirin û aştiyê pêşkêş kirine. Her çiqas dîroka peydabûna vê kevneşopiyê nediyar be jî çavkaniya vê Kurdistan e bi taybet Rojhilat û Başûrê Kurdistanê.”

Derbareya çawaniya mêxekrêjkirina sêvê û taybetmendiyê wê, Şaswar got: “ji bo çêkirina her sêvekî pêdivî bi nêzikî 100 g mêxek heye (bêguman li gor qebareya sêvê diguhere). Her wiha çêkirina sêvek bi awayek baş û xweşik zêdetirî 2 saetan wext digire. Dema ku sêv tê mêxekrêjkirin, di nav çend hefteyan de sêv hîşk dibe beyî ku xira bibe. Û bi dehan sal dimîne û bîna mêxekê wenda nabe û şêweya sêva mêxekrêj jî weke xwe dimîne.”

Di salên berê de ev kevneşopî li ber wendabûnê bû, lê ev çend sal in ji nûve berfireh bûye û di nav kurdên Kurdistan û hin deverên din belav bûye.

Hunermendê Kurd Seywan Saedian ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, nêzî 15 sal e kar dike ji bo vejiyandina vê kevneşopiyê. Sala 2005 dest bi projeyek hûnerî kir bi navê “Sêva Mêxekrêj”. Ji vê demê pê ve Sêva Mêxekrêj weke sembola evîn û aştiyê ji nû ve di nav kurdan de zindî dibe. Her wiha wî hunermendî ev proje biriye Başûr û Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Swêdê jî.

Hinek wêne ji çalakiyê:

 

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG