caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kita Pîya Kreuzberg

Bi tevahî 45 zarokên ji 1 salî heta destpêka dibistanê tên lênihêrîn û perwerdekirin li hêlîna me ya bi navê Pîya. Tevî bernameya perwerdehiyê ya Berlînê, xebata me ya pedegojî li ser bingeha nêzîkatiya Early Excellence bingeh digire ku ev li ser nerîna çavkaniyê ya pêşveçûna kesane ya zarokan disekine. Girîngî li ser zarokan bi xwe ye ku bi lîstik, lêgerîn û ceribandinê kesayetiyên xwe pêş ve dibin, û li goriî hewcedarî, berjewendî û behreyên xwe tiştan fêr dibin. Di çarçoveya bernameyek pêşdibistanê de, zarok ji bo destpêkirina dibistanê salekê tên amadekirin ku derbasî dibistanê bibin. Ji bo vê, bi lîstikên ziman û hejmarî, bi konsantrasiyon û her weha temrînên motorîk pêş ve diçin.

Di “Pîya” de pênc odeyên pedagojîk hene, yek ji wan ji bo 11 zarokên piçûk (pitik) e ku ev ode ji yên din cuda tê bikaranîn. Çar odeyên din bi taybetî ji hêla zarokên beşa seretayî ve têne bikar anîn, ku ew dikarin serbixwe biryar bidin di kîjan çalakiyê de ew dixwazin beşdar bibin.

Duzimanî bi rêgeza “kesek – zimanek” pêk tê, ku ev rêbaz nav modela immersion de cihê xwe digire. Zarok di pratîkê de ji hêla perwerdekarek almanî-axêv û yek kurdî-axêv tên perwerdekirin û piştgirîkirin ji bo duzimanîbûn pêk were.

Agahiyên Kita Pîya Kreuzbergê wisa ne:

Navnîşan: Muskauer Straße 44, 10997 Berlin 
Telefona Bûroyê: 03069531180 
E-mail: kita-piya-kreuzberg@yekmal.de