caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kita Pîya Wedding

Kita Pîya Wedding hêlîneke duzimanî ye ku ji salan 2014’an û vir ve xebatên xwe yên pedagojî û takekesî bi almanî û kurdî pêşkêş dike. Hêlîna me ji du qatan pêk tû û tê de 25 zarokên ji yek salî heta 6 salî perwerdehî digirin, di sala dawî de tên amadekirin ji bo dibistanê. Amadekirina dibistanê hertim piştî betlaneya havînê dest pê dike.

Zarok her tim di navenda xebata me de ye. Tevî bernameya perwerdehiyê ya Berlînê, xebata me ya pedegojîk li ser bingeha nêzîkatiya rewşê û rêbaza “kesek – zimanek” ava dibe. Di nav vê yekê de, piştgirî û hevgiriya zarokan tê kirin di hemû ast û pêvajoyên perwerdehî û rêveberiya jiyanê de.

Civînên heftane bi zarokan re ji bo girtina raman, daxwaz û berjewendiyên zarokan tên bikaranîn. Bi vî rengî, hemû jêhatîbûnên zarokan bi rengek hevgirtî têne pêşvebirin.

Deriyên me her tim vekirî ne ji bo ku malbat bi rengek çalak beşdarî pêvajoya plansaziyê bibin û beşdarî raman û daxwazan bibin. Wekî din, em ji bo mijar û kêşeyên pedagojî şêwirmendî û piştgiriya dêûbavan dikin.

Agahiyên Kita Pîya Wedding wisa ne:

Navnîşan: Barfusstraße 13, 13349 Berlin 
Telefona Bûroyê: 03045082694 
Telefona Destê: 017652923646 
E-mail: kita-piya-wedding@yekmal.de