caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Berlîn: Şahiya havînê û xatirxwestin ji zarokên Kîta Pîya yên îsal

Li herdu hêlîn û pêşdibistanên me yên li Kreuzberg û Weddingê, me îsal jî ji hewaya xweş a havînê sûd wergirt daku bi zarok û malbatên wan re werin cem hev û şahiyek xweş li dar bixin. Em bi hev re ji hewaya germ kêfxweş bûn û ji bo kêliyên nejibîrbûyî yên Kîtayê şahî kirin. Her tişt bi muzîkê re derbas bû û zarokan bi kêfxweşî stran gotin. Piştre lîstikên xwe yên bijare yên Kîtayê lîstin û li gorî xwesteka xwe makyajên xwe kirin. Herî dawî jî xwarina malbatan a ku bi hezkirin hatibû amadekirin, roja me xweştir kir.

Bi gelemperî her şahiyeke xatirxwestinê hêsirek wê heye. Li gel hemû kêf û şahiya ku me bi hev re parve kir, me kêliyek hestiyar jî derbas kir dema ku bi girî me xatir ji zarokên Kîtayê xwest. Kîtayên me diyariyên hezkirinê pêşkêşî zarokan kirin, dema ku me ew bi tevlîheviya girî û kenê şandin pêşerojê.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG