caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Bandora Zimanê Dayikê li ser Pêşveçûna Zarokan

Armanca konferansê ev e ku di sazî û enstîtûyên li Almanyayê de, sazkirin û pêşvebirina nîqaş û palên li ser zimanê kurdî ye. Niha li Almanyayê gelek hewldanên însiyatîf li ser naskirina zimanê kurdî, wek zimanê yekemîn hene. Her wiha jî li çend eyaletên Almanyayê zimanê kurdî di dibistanan de û di hêlîna zarokan de hatiye qebûlkirin. Li Berlînê dersa kurdî wek zimanê duyemîn an jî sêyemîn a zimanê biyanî di dibistanan de hatiye naskirin û her wiha di dibistaneke seretayî de jî hatiye destpêkirin.

Bi riya konferansê wê fikrên ji bo pêşketina zimanê kurdî ji aliyê zimanzanan, mamosteyan, siyasetmedaran û malbatan bên nîqaşkirin. Em hêvî dikin ku xebatên pal, network û însiyatîfa bi riya vê konferensê encamên zêde bidin û bibin sedema naskirin û pêşketina zimanê kurdî li Almanya ye.

Komên tên armanckirin: Ew kesên ku pirzimanî bala wan dikişîne yên ku; bûne/nebûne koçber, yên ji beşên cûrbecûr wek civak, zanîst, siyaset û aboriyê ne. Her wiha wê gazî malbatan jî bê kirin.
Amadekara Konferansê „Însîyatîva Ziman û Perwerde- IZPer“ e.
(Însîyatîva Ziman û Perwerde)

Di bin banê IZPerê ev sazî û komele hene:
• Komeleya Yekîtiya Malbatên Kurdistanê li Berlînê–Yekmal (Berpirsiyar)
• Enstîtûya Kurdî ji bo Zanîst û Lêkolînê
• Komeleya Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê YMK
• Înstîtutê Ziman û Kultura Kirmanc (Zaza) IKK e. V.
• Însiyatîfa Malbatên Kurd ya Bielefeldê

Her çi qas li giştî Ewropayê ji sedema penabertiyê navnetewî û pirçandî hebe jî, dikare bê gotin ku Almanya ji aliyê sazîbûna pirzimanî ve hîn jî di destpêkê de ye. Piştgiriya pêşketina zimanê bazar û hevpariyê di navbera Ewropayê de bêguman têne kirin. Her çi qas zimanên wek îngîlîzi, frensî û îspanî hûkûm dikin jî, di heman gavê de zimanên din yên ku ji bo tevlîbûna civaka Almanyayê gelek bi wate ne mixabin her ku diçe ji çavan dûr dibin.

Di vê çarçoveyê de armanc ev e ku zimanên heta niha ji civakê hatine dûrxistin, wek zimanê kurdî, bên rêxistin û sazîkirin. Zimanê kurdî di nav wan zimanan de tenê wek mînakek e.

Daxwaza me ya bi vê konferansê, taybetî hişyariya li ser zimanê Kurdî zêdekirin û yên li ser zimanan lêkolîn dikin re bibe sedema nîqaşê û pêşketina ji aliyê zanistî ya zimanê kurdî li Almanyayê ye. Li vir zimanê kurdî tenê mînakek e û encam ji hemû zimanan re hema bêjin wek hev e.

Di çarçoveya himendiya li ser pirzimanî

Konferansa me ya li ser pirzimanî bi mijara „Zarokên pirzimanî destegirtin“ ji aliyê Prof. Dr. Eva Duran Eppler ji Zanîngeha Roehampton/Londonê, „Bandora pêşketina zimanê zikmakî aliyê civakî û siyasî de“ birêz Mehmet Şerif Derince bi doktora xwe ya li ser beşa civakê ya Zanîngeha Mimar Sinan Stenbol/Tirkîyê û bi birêz Dr. Dipl.-Psych. Şefik Tagay doktora xwe ya li ser Penabertiyê Pisîkolojîktrawma û pispora êzîdiyan bi mijara „ Trawma, Penabertî û Ziman“ wê pêşkêş bikin.

Piştî vegotinan, beşdarvan û pêşkeşvan wê li ser masêyan werin cem hev. Di nav van komên piçûk de siyasetmedar, zanyar û malbat li ser rewşa pirzimanî de fikr û ramanên xwe wê binîn zimên.

Encamên civîna me, wê bi kesên eleqedar, siyasetmedaran, senatoran û rayagiştî ya Kurd re were parve kirin.
Her wiha xebatên li civîna me bi şirîkatiya IZPerê bi kûrahî daninûstandina wê werin lidarxistin. IZPer wek berpirsiyarê civîna me hatiye hilbijartin. Encamên civînê wê piştre bi riya e-mailê were şandin.

Bi Rêzdarî
Însîyatîva Ziman û Perwerde – IZPer

PROGRAM

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG