Komeleya me mazûvaniya rêvebera Akademiya PEQ Martina Schroweg û berpirsiyarê projeyan Florian Simon kir. Me derbarê avakirina akademiyeke perwerdehiyê fikr û plansaziyên hevdû parve kirin û me guh da serboriya wan. Nîqaş û parvekirineke kêrhatî û balkêş bû ku em bawer dikin ew ê xebatên me yên ji bo pirrengî, pirzimanî û hevkariya bi malbatan re xurttir bike. Em dixwazin ji dil spasiya xwe pêşkêşî Akademiya PEQ, birêz Schroweg û Simon bikin û hêvî dikin hevkariya me di pêşerojeke gelek nêz de geştir bibe.