Wek hevkarê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê, em gelek pê şanaz in ku dê îsal festîvala 9emîn di navbera 1 û 7ê Tebaxê (1-7/8/2019) li Babylon (Mitte) û Moviementoyê de cih bigire. Festîval hersal ji aliyê Mîtos Film ve tê rêxistin û ji aliyê Beşa Çandê ya Senatoya Berlînê û Enstitûya Goetheyê ve tê piştgirîkirin. Hevkarên medyayê jî Die Tageszeitung JungeWelt, Neues Deutschland û Le Monde Diplomatique Çapa Almanî ne.
Her wiha em pê kêfxweş in bi parvekirina we re ku Beşa Fîlmên Zarokan ji aliyê Yekmalê ve tê rêxistin li gel hevkariya Zarok TV.
Em çaverê ne ku we û hûnermend û sînemagerên kurd ên ji hemû deverên Kurdistanê û dîasporayê li festîvalê bibînin!
Hûn dikarin bername û hemû agahiyên din ên derbarê festîvalê de li vir peyda bikin: