caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

9. Salvegera Jenosîda li hember Êzidiyan

Sala 2014an Rêxistina Terorê ya bi navê Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ)ê li dijî civaka Êzidî li Kurdistanê jenosîd pêk anî. Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên vê rêxistina terorê êrişî bajarê Şengalê û gundên wê kirin û dagîr kirin. Di vê jenosîdê de nêzî 5.000 Êzidî hatin kuştin, çarenivîsa zêdetirî 2.700 Êzidiyên din jî heta niha ne diyar e. Êzidiyên ku karîn birevin, berê xwe dan çiyayê Şengalê, lê beşek ji wan ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Di vê Jenosîdê de bi hizaran Êzidî rastî kolekirin û destdirêjiyên sêksî, derûnî û fîzîkî hatin. Keçik û jinên Êzidî yên ku hatin kolekirin li bajarên Îraqê û Sûriyê hatin firotin an bi zorê bi endamên DAIŞê re hatin zewicandin.

Jenosîda 2014an nêzî 500.000 Êzidî ji warên xwe kirin û gelek malbat ji hev veqetandin. Ji ber nebûna ewlehiyê heta niha ew venegeriyane warê xwe û li kampên Herêma Kurdistanê di şertûmercên dijwar de dijîn. Birînên wan heta niha nehatine sarêjkirin, rizgarbûyên ji destê DAIŞê di traumayê de dijîn. Bi taybetî rewşa jin, keç û zarokan krîtîk e, ku di gelek lêkolînan de hatiye tomarkirin.

Roja 19ê Çileyê ya 2023an Perlemana Almanyayê gavek girîng avêt û bi awayekî qanûnî Jenosîda li hember Êzidiyan nas kir. Bi vê biryarê berpirsyariya hikûmeta federal e ku ji bo darizandin û cezakirina sûçdarên vê jenosîdê bixebite û hewl bide ku birînên civaka Êzidî sarêj bike. Niha hejmara herî zêde ya diyasporaya Êzidiyan li Almanyayê dijî – bi texmînî 200.000, beşek ji wan rizgarbûyên ji destê DAIŞê ne. Mixabin heta niha dosyeya penaberiyê ya beşek ji wan nehatiye zelalkirin. Ji ber vê jî gelek malbatan nikarine piştî jenosîdê werin ba hev, bi hev re birînên xwe sarêj bikin û dest bi jiyanek nû bikin.

Em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekaml e.V.) bi xemgînî û rêzdarî qurbaniyên Jenosîda li hember Êzidiyan bi bîr tînin. Em li vir bi malbatên Êzidî re dixebitin û di aliyê civakî, perwerdehî û çandî de piştgiriya wan dikin.

Em bang li hikûmeta federal dikin ku bi civaka Êzidî re be. Divê bi taybetî bal were kişandin ser jin û zarokên ku hêj çarenivîsa wan ne diyar e. Divê hikûmeta federal ji bo civaka Êzidî derfetan jiyaneke ewle biafirîne û li dijî hemû cureyên Dij-êzidîtiyê xebatên pêwîst bike.

Em tevî hemû beş û şaxên xwe ji bo piştgiriya civaka Êzidî, malbat û zarokên Êzidî li Almanyayê dê xebatên xwe bi awayek xurttir bidomînin. Bi vî awayî em dixwazin di baştirkirina şert û mercên jiyana civaka Êzidî de roleke girîng bilîzin û beşdariya wan a civakî misoger bibe.

Em qet Jenosîda li hember Êzidiyan ji bîr nakin!

Yekmal e.V.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG