caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kita Pîya Kreuzberg Deriyên Xwe Vekirin

Hêlîna me ya duyemîn, Kita Pîya Kreuzberg, piştî amadekariyên dûr û dirêj, 21ê meha Mijdarê bi awayekî fermî deriyên xwe vekirin bo zarok û malbatan.

Rêveber û berpirsiyarên Senatoya Berlînê, nûnerên şaredariya Kreuzbergê, nûnerên saziyên sivîl û yên partiyên siyasî, parlementer û gelek malbatên kurd li gel zarokên xwe beşdarî vekirinê bûn. Piştî birîna qomçeya sor (qurdele), rêvebera me Günay Darici û her dû rêveberên hêlînê, Özgül Bendes û Gülcan İnci, mêhvan gerandin li hêlînê.

Piştî gera hêlînê, mêhvan derbasî Markthalleyê bûn ku li wir hem vekirina hêlînê hem jî 25 saliya saziya me hat pîroz kirin. Pîrozbahî bi axaftina rêvebera saziya me Günay Darici dest pê kir. Paşî jî,  li ser navê senatoya Berlînê, senatora Malbat û Ciwanan Sigrid Klebba axaftina xwe kir û got “Yekmal weke motoreke entegrasyonê ye, û cihê pesndayinê ye ku Yekmalê hêlîneke din a zarokan ji bo 45 zarokan vekiriye. Ez Yekmalê pîroz dikim. Duzimanîbûna vê hêlînê, Kurdî û Elmanîbûna wê bi ya min ji bo entegrasyoneke serketî nimûneyeke girîng e.” Pişt re, nûnerê dezgeha berpirs a entegrasyonê B. Zurniden, berdevka şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê Urban Aykal, nûnerê sendîkaya GEWê Lilo Martens, parlamenterên federal a Die Linke (Partiya Çep) Gökay Akbulut, Paskal Meiser, parlamenterên eyaleta Berlînê Hakan Taş (Die Linke) û Turgut Altug (Partiya Keskan) axaftinên piştgiriyê kirin.

Di pîrozbahiyê de koroya xebatkarên Yekmalê stranên kurdî û almanî gotin. Her wiha koroya zarokan a Kita Pîya Wedding bi stranên xwe yên kurdî û almanî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Şahî bi stran, govend û şîvê derdewam kir.

Serpêhatî û serkeftinên yekemîn hêlîna me, Kita Pîya Wedding, bû bingehek xurt ji bo vê hêlînê hem ji aliyê amadekariyên pedagojîk hem ji aliyê eleqeya malbatan. Berî ku hêlîn deriyê xwe veke bo zarok û malbatan, hem cih ji zû ve dagirtî bûn û niha jî gelek malbatan navê zarokên xwe qeydkirine ji bo salên pêş.

Ev hêlîna me, di tebeqeya têketinê ya avahiyeke mezin de ye û cihê 45 zarokan tê de heye. Ji wan 12 zarok heta 2.5 salî ne, yên din jî heta 6 salî. Pola pitikan (zarokên 2.5 salî piçûktir) ji ode û polên din ên lîstik û çalakiyan cuda ye. Zarokên mezintir jî hinek çalakiyan bi hevra hinekan jî li gorî temenên xwe cuda pêk tînin. Zarokên dora 5 salî, ew ê piştî meha Sibatê dest bi xebat û çalakiyên amadekariyê yên derbasbûna dibistana seratayî bikin.

Parkeke taybet a vê hêlînê bi xwe heye li ser kuçeyekê din ê nêzik ku zarok li gorî bernameyekê diçin wira ji bo hinek çalakiyên derve û werzîşê. Her wiha, parkeke din a taybet heye ku zarokên vê hêlînê dikarin bikarbînin.

Agahiyên Kita Pîya Kreuzbergê wisa ne:

Muskauer Straße 44, 10997 Berlin

Telefon: 03069531180

Fax: 03069531181

E-mail: kita-piya-kreuzberg@yekmal.de 

Web: https://kitapiya.yekmal.de

 

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG