caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Ezmûna TESTKURD C1 li Bielefeldê

Akademiya Yekmalê ezmûna TESTKURD C1 li gorî CEFR, bi almanî GER (Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan) li dar dixe. Ev ezmûn bi taybetî ji bo kesên ku dixwazin zanîna xwe ya zimanê kurdî (kurmancî) di asta bilind C1 de bidin pejirandin tê çêkirin.

Ezmûn dê 14ê Cotmehê 2023, saet di 9:30an de li Mühlenstr. 56, 33607 Bielefeldê pêk were.

Heqê beşdarbûna ezmûna TESTKURD C1, 90.00 (Nod/Nehwêd) EURO ye.

Ger hûn bixwazin beşdarî vê ezmûnê bibin, ji kerema xwe heta 23ê Îlonê vê forma serlêdanê li ser vê lînkê dagirin:  (https://forms.gle/W9WavvbDDHFR2xtB6

Hejmara beşdaran dê sînorkirî be û dema ku gelek serlêdan hebin, hilbijartinek ji nav serlêderan dê were kirin.

TESTKURD C1 çi ye?

Bi TESTKURD C1 şarezayiya zimanê kurdî di astek bilind de tê ezmûn/îmtihankirin. Ezmûn ji bo wan kesan e ku di xwendin an jî karê xwe yên civakî, profesyonel an akademîk de bi kar tînin. Taybetî kesên ku dixwazin li dibistanan an jî li baxçeyên zarokan (hêlînan) ên duzimanî (mînak Kita Pîya) wekî mamosteya/ê kurdî bixebitin an jî karên wergerê bi kurdî bikin, dikarin beşdarî vê ezmûnê bibin.

Hûn dikarin di asta C1 de çi bikin?

Di asta C1 de hûn dikarin xwe bi awayekî herikbar û zelalî îfade bikin. Hûn dikarin peyv û rêzepeyvên astekê bilind fehm bikin, di axaftin û nivîsandinên xwe de bi dilê xwe bi kar bînin. Her wiha, hûn dikarin li gorî rêzik û qaîdeyên rêzimanî, zimên bi astek bilind bi kar bînin.

Avahiya ezmûnê çawa ye?

Ezmûn ji beşa nivîskî û devkî pêk tê. Ezmûn bi tevahî dê/wê 4 saetan bidome (240 deqîqe) û her wiha dê 20 deqîqe navber hebe. Berî ezmûna devkî, dê ji bo beşdaran 20 deqîqe dema amadekariyê hebe. Ezmûna devkî dê di heman roja azmûna nivîskî de pêk were.

Têbinî 1: Ji bo xweamadekirinê bo ezmûnê hûn dikarin ji agahiyên li ser vê lînkê sûdê wergirin.

Agahdarî û Amadekarî ji bo Ezmûna TESTKURD C1

 

Ji bo zêdetir agahiyan û pirsên xwe, hûn dikarin bi me re bikevin têkiliyê bi riya:

Email: akademie@yekmal.de & buro-bielefeld@yekmal.de

Tel: 03081797365 (Berlin) & 015752340929 (Bielefeld)

Dîrok: 14.10.2023

Dem: 09:30 Uhr

Cih: Mühlenstr. 56, 33607 Bielefeld

 

Tel: 030 81797365
Fax:030 81797366
E-Mail:  akademie@yekmal.de

Facebook: Yekmal.de
Twitter: @YekmaleV
Instagram: @yekmalev