caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Agahdarî û Amadekarî ji bo Ezmûna TESTKURD C1

Berî Ezmûnê û Roja Ezmûnê

Roja berî ezmûnê,

  • ji kerema xwe van tiştan bi xwe re bînin: belgenameya nasnameyê, pênûs/qelem û jêbir,
  • dem û cihê ezmûnê du caran kontrol bikin,
  • şeva beriya ezmûnê baş razên.

Di dema ezmûnê de

  • Berî ku ezmûn dest pê bike, têlefona xwe ya berikê bigirin û bidin berpirsiyarên ezmûnê.
  • Bi baldarî guh bidin berpirsiyaran û rêbazan bişopînin. Heke hûn tiştekê fêm nakin, ji berpirsiyaran bipirsin.
  • Bila çavekê we li demê be, lê di ezmûnê de bi lez û bez tevnegerin.
  • Li gorî zanîna xwe bersiva pirsan bidin. Ji bo bersivên xelet an jî nerast tu ceza û ziyan tune.
  • Dem bihêlin ku bersivên xwe dubare bikin. Çewtiyên ku hûn dibînin rast bikin.
  • Hekê hûn derî rêzikên ezmûnê tevbigerin, ezmûna we dê were betalkirin!

Formata Ezmûnê û Amadekarî

  1. Guhdarîkirin

Di beşa guhdarîkirinê de ji we tê xwestin ku di rewşên cuda de û li ser mijarên cur bi cur kurmanciya axaftin, nîqaş û pêşkêşkirinê fêm bikin. Danûstandinên di navbera du kesan de, pêşkêşiyek an axaftinek li ser televizyonê an jî li ser telefonê, bernameyekê radyoyê an hî podcastek, pêşkêşiyek zanistî di konferansekê de an jî hevpeyvînek bi kesên cuda re hînek mînakên beşa guhdarîkirinê ne.

Beşa guhdarîkirinê ji sê beşan pêk tê û her sê beş tev de 40 xulek digire. Giraniya beşa guhdarîkirinê 48 puan e.

Ji bo amadekariyê, beşdar dikarin

  • bernameyên nuçeyan li ser qenalên radyo û televizyonên kurdî,
  • qeydên nûçeyan yên dengê radyo amerikayê (https://www.dengeamerika.com/)
  • qeyd û podkastên nûçeyan yên Cosmo Kurdî ya WDR (https://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/sendungen/bernama-kurdi/index.html)
  • qeydên bernameyên nîqaşê li ser qenalên televîzyonên kurdî
  • belgefîlmên bi kurdî li ser malper û medyayên civakî tên parvekirin

guhdarî bikin.

2. Xwendin

Beşa xwendinê hewce dike ku hûn xweyî têgihîştineke baş a metnên nivîskî bibin di rewşên cuda û li ser mijarên cur bi cur. Nivîsên li ser forumûn înternetê, gotarên rojname û kovaran, nivîsên li ser mijarên îdarî, qanûnî, darayî û teknîkî hinek mînakên beşên xwendinê ne. Beşa xwendinê ji sê beşan pêk tê û her sê beş tev de 60 xulek digire. Giraniya beşa xwendinê 48 puan e.

Ji bo amadekariyê, beşdar dikarin

  • Rojnameyan
  • Malperên rojnameyan
  • Heftename û mehnameyan
  • Kovarên çandî, hûnerî an jî siyasî
  • Pirtûkên wêjeyî, ceribandin an jî lêkolînî

bixwînin.

3. Rêziman

Armanca beşa rêzimanê pîvandin û nirxandina asta zanîna rêzimanî û pevyzaniyê ye. Hêmanên cuda yên rêzimanî wek hevoksazî, kitesazî, dengsazî, watezanî û rastnivîs tên pîvandin. Her wiha zanîn û fehmkirina peyv û rêzepeyvên bi mijarên cuda re eleqedar tên nirxandin. Dibe ku di nivîsa hevpeyvînekê de an jî kurtenîvsekê de hinek peyv û rêzepeyv hatibin jêbirin û ji beşdaran bê xwestin ku peyva rast hilbijêrin an jî binivîsîn li gorî wateya nivîsê. Beşa rêzimanê 30 xulek e.

Giraniya beşa rêzimanê 22 puan e.

Ji bo amadekariyê, beşdar dikarin yek ji pirtûkên heyî yên rêzimana kurmancî (bo nimûne, Rêzimana Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê; Samî Tan) sûdê wergirin. Ji bo rastnivîs û qaideyên rêzimanî, gramêra Celadet Alî Bedîrxan tê şopandin. Her wiha, kovara Kurmancî ya Enstitûya Kurdî ya Parîsê, Ferhenga Enstitûya Kurdî ya Stembolê (Amadekar: Zana Farqinî), Ferheng-Wörterbuch ya Weşanên Yekîtiya Mamosteyên Kurd-YMK (Amadekar: Cahit Kaplan û Abdulkadir Ulumaskan) û gelek berhemên din dê kêrhatî bin di dema amadekariyê de.

4. Nivîsandin

Di beşa nivîsandinê de ji we tê xwestin ku hûn asta xwe ya zimanî bi kar bînin û nivîsekê biafirînin li ser mijareke diyarkirî. Di vê beşê de, fehmkirina mijarê, lihevanîna agahiyên cuda, bikaranîna peyvên bi mijarê re girêdayî, rastnivîsandin, bikaranîna hêmanên rêzimaniyê bi awayekî rast tên pîvandin.

Di beşa nivîsandinê de, ew ê du mijar werin pêşkêşkirin û hûn ê yek ji wan hilbijêrin ji bo ku nivîsekê dora 350 peyvan binivîsin. Ji bo nivîsandinê 70 xulek dema we heye. Giraniya beşa nivîsandinê 48 puan e.

5. Axaftin

Armanca beşa axaftinê pîvandin û nirxandina asta axaftinê ye. Di beşa axaftinê de ji we tê xwestin ku hû bikarin bi awayekî xwezayî bi kesekê re li ser mijareke rojane biaxivin, derbarê mijarekê de pêşkişiyekê bikin, li ser wêneyekê biaxivin an jî li ser mijarekê fikr û ramanên xwe yên dijber parve bikin. Di beşa axaftinê de, du kes bi hev re dikevin ezmûnê. Beriya ezmûnê, ji bo binbeşa yekemîn a beşa axaftinê, ew ê mijarek were parvekirin û qasî 20 xulek wext were dayîn ji bo amadekariyê. Beşa axaftinê 20 xulek wext digire û giraniya wê 48 puan e.

Pirsên Gelek Tên Pirsîn

  1. Gelo ezmûna TESTKURD dişibe kîjan ezmûnên din zimanî?

TESTKURD herî zêde dişibe ezmûna TELC-C1ê. Ji bo zêdetir agahiyan, hûn dikarin li malpera TELCê binêrin (https://www.telc.net/pruefungsteilnehmende/sprachpruefungen/pruefungen/detail/telc-deutsch-c1.html).

  • Mirov dikare ji kû agahiyan peyda bike derbarê pîvandin û nirxandina TESTKURDê?

TESTKURD li gorî CEFR (Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan) tê nirxandin. Ji bo zêdetir agahiyên derbarê CEFR hûn dikarin ji vê malperê sûdê wergirin:

https://www.coe.int/en/web/language-policy/home

  • Ezmûna TESTKURD çiqas wext digire?

Ezmûna TESTKURD bi giştî 220 xulek wext digire. Beşa nivîskî 200 xulek, beşa axaftinî jî 20 xulek e.

  • Mirov dikare di ezmûnê de ferheng an jî telefona xwe bi kar bîne?

Ne, bikaranîna ferheng an jî telefonê di ezmûnê de qedexe ye.

  • Ji bo beşdariyê mirov pere dide?

Erê, heqê beşdariya ezmûna TESTKURDê 90.00 (Nod/Nehwêd) EURO ye.

  • Kesên di ezmûnê de serkeftî dibin belgenameyeke çawa digirin?

Akademiya Yekmalê bawername/sertifîkayeke fermî bi duzimanî (kurmancî-almanî) dide kesên serkeftî. Kesên nekarin ji ezmûnê derbas bibin, bawername nagirin.

  • Heke beşdar ji ezmûnê derbas nebe, dikare careke din têkeve ezmûnê?

Erê. Mîna hemû ezmûnên din ên bi zimanên cuda tên pêkanîn, beşdarên ku nekarin ji ezmûna TESTKURD C1 derbas bibin, dikarin careke din dema ezmûn tê lêdarxistin serî lê bide û hekê cih hebe careke din beşdar bibe ezmûnê.