caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Ezmûna TESTKURD C1 li Berlînê

Akademiya Yekmalê ezmûna TESTKURD C1 li gorî CEFR, bi almanî GER (Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan) li dar dixe. Ev ezmûn bi taybetî ji bo kesên ku dixwazin zanîna xwe ya zimanê kurdî (kurmancî) di asta bilind C1 de bidin pejirandin tê çêkirin.

Ezmûn dê 3yê Gulanê ya sala 2024’an de saet di 9:30’an de li Navenda Malbatan a Yekmalê li Berlînê pêk were.

Heqê beşdarbûna ezmûna TESTKURD C1 90.00 (Nod/Nehwêd) EURO ye.

Ger hûn bixwazin beşdar bibin vê ezmûnê, ji kerema xwe heya 20’ê Nîsanê vê FORMê dagirin.

https://forms.gle/AD4WDwZ1zvBUn1p59

Em ê 20ê Nîsanê we agahdar bikin ji bo şandina heqê ezmûnê û agahiyên beşdarbûnê.

Not: Ezmûna TESTKURD C1 dê li polê pêk were û onlîne nîne. Piştî dema serlêdan xilas bibin, em ê bi we re têkilî deynin.

TESTKURD C1 çi ye?

Bi TESTKURD C1 şarezayiya zimanê kurdî di astek bilind de tê ezmûn/îmtihankirin. Ezmûn ji bo wan kesan e ku di xwendin an jî karê xwe yên civakî, profesyonel an akademîk de bi kar tînin. Taybetî kesên ku dixwazin li dibistanan an jî li baxçeyên zarokan (hêlînan) ên duzimanî (mînak Kita Pîya) wekî mamosteya/ê kurdî bixebitin an jî karên wergerê bi kurdî bikin, dikarin beşdarî vê ezmûnê bibin.

Hûn dikarin di asta C1 de çi bikin?

Di asta C1 de hûn dikarin xwe bi awayekî herikbar û zelalî îfade bikin. Hûn dikarin peyv û rêzepeyvên astekê bilind fehm bikin, di axaftin û nivîsandinên xwe de bi dilê xwe bi kar bînin. Her wiha, hûn dikarin li gorî rêzik û qaîdeyên rêzimanî, zimên bi astek bilind bi kar bînin.

Avahiya ezmûnê çawa ye?

Ezmûn ji beşa nivîskî û devkî pêk tê. Ezmûn bi tevahî dê/wê 4 saetan bidome (240 deqîqe) û her wiha dê 20 deqîqe navber hebe. Berî ezmûna devkî, dê ji bo beşdaran 20 deqîqe dema amadekariyê hebe. Ezmûna devkî dê di heman roja azmûna nivîskî de pêk were.

Têbinî 1: Ji bo xweamadekirinê bo ezmûnê hûn dikarin ji agahiyên li ser vê lînkê sûdê wergirin.

Agahdarî û Amadekarî ji bo Ezmûna TESTKURD C1

https://yekmal.com/ku/agahdari-u-amadekari-ji-bo-ezmuna-testkurd-c1/

Ji bo zêdetir agahiyan û pirsên xwe, hûn dikarin bi me re bikevin têkiliyê bi riya:

Email: akademie@yekmal.de
Tel: 03081797365 

Dîrok: 03.05.2023
Dem: 09:30 Uhr
Cih: Waldemar Straße 57, 10997, Berlin