caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal Essen: Navendeke ji bo Cihêrengiya Zimanan

Yekmal e.V. ji bihara 2021ê ve weke şaxa Essenê li ser kar e. Ofîsa li navenda Essenê, navendeke têkilîdanînê ye pirzimanî ye û li gorî pêwistiyên şêwirmendî û piştevaniya malbatan yên di jiyana rojane de xizmetê dike.

Weke komeleyeke malbatên koçber, mijarên jiyandina pirzimaniyê, piştgiriya li ser mijarên perwerdehiyê û tevlêbûna malbatên koçber û penaber ya jiyana civakî di şertên wekheviyê de a bi taybetî giringin ji bo me.

Xebatên me, ji aktivîteyên bi mirovên ji her temenî bigire heya li ser guhertinên di qada perwerdehiya dê û bava û malbata de û guherînên li ser formatên perwerdehiyê û şêwirmendiya ferdî diguherin.

Ji bo pêkanîn û pêşxistina xebatên me, em ê bê westan li benda hevkarên cidî û ji dil bin. Ji ber vê yekê em ê bi kêfxweşî li benda hevkarên ku bi fikrên xwe û fedakariya xwe piştgiriya me bikin bin.

Heger pirs û pêşniyarên we hebin ji kerema xwe bê dudilî li me bigerin!

YEKMAL e.V.

Team Essen

Rottstraße 24-26, 45127 Essen

c/o VielRespektZentrum

Mobile: 0163 52 19 349
E-Mail: buro-essen@yekmal.de